Yekgirtû runiştina parlamentoyê boykot kir

39

Îro parlamentoya Herêma Kurdistanê runiştinaxweya asayî ya jimare yek ya dema Biharê destpêkir. Civîn bi aloziyê destpê kir. Koma Yekgirtûya Îslami civîn boykot kir.

Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji ber nebûna bernameya parlamentoyê ya di derbarê dagirkerina li ser xaka Başûrê Kurdistan û mûçe de civîn boykot kir. Li ser vê yekê serokê Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ebubekir Heledinî daxuyaniyek a çapemeniyê da.

Ebubekir di daxuyaniya çapemeniyê de got; “Di demeke ku welatên biyanî leşkerên xwe dikêşin nava xaka Herêma Kurdistanê, av li ser welatiyan hatiye girtin û nirxê her bermîlek yê neftê bi 77 dolar û zordarî berdewam dike de, serokatiya parlamentoyê bê serokên koman bernameya ji bo runiştina îro çêkiriye. Divê bernameyê de behsa ti xalak a ku ji bo welatiyan pêwîste be nehatiye kirin.”

Herwiha Ebubekir got ku zêdetirî 55 roje li ser vê dema parlamentoyê re derbaz dibe û ti civînek nehatiye lidarxistin. Ebubekir wiha dewam kir; “Destpêkê jî serokatiya parlamentoyê biryar da bû ku di yekem runiştina parlamentoyê de reform di aliyê mûçe de çêbike, lê îro di proje û bernameya parlamentoyê de ev yek nîne. Ji bo vê em vê civîna îro boykot dikin.”

(rn)