Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Jina Kurd a şoreşger û gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci ya bi nasnav Zîlan ku di sala 1996’an de bi armanca vala derxistina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, PKK û gelê Kurd di 30’ê Hezîrana 1996’an de li navenda bajarê Dêrsimê li dijî qereqoleke artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anîbû, li navçeya Sinûnê ya Şengalê bîr anî.

Bîranîn duh êvarê bi beşdariya şêniyên Sinûnê û bi deqîqeyek rêzgirtin dest pê kir. Wêneyên Zeyneb Kinaci û Ocalan û ala TAJÊ hate daliqandin.

Li ser jiyan û têkoşîna Zîlan slaytek ku hatibû amadekirin hate nîşandan. Paşê bi navê TAJÊ Bahar Şengalî li ser kesayeta Zîlan û armanca wê ya ji çalakiya fedayî ku di 30’ê Hezîranê de kiribû axivî.

Bîr anîn bi dirûşmeyên, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

TAJÊ wê Zîlan li hemû gund û navçeyên Şengalê bi civînan bi bîr bîne.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here