10 hezar kesan daxwaza rakirina cezayê Ramîn kirin

38

Piştgiriyaji bo girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birin berdewame. Di vê çarçoveyê de namzeyek bi 10 hezar îmzeyan pêkşêkê rêxistinên navnetewî hate kirin.

Di nameya ku duh li ser çapemeniya Iraqê hatî belavkirin de, diyar dike ku di demek cezayê darvekirinê li Ramîn Hisên Penahî hatiye birin ku Ramîn ti ji sûcên li ser hatine kirin, qebûl nekirine.

Di nameyê de wiha jî hate gotin; “Parêzerê Ramîn cezayê jê re hatiye dayîn, cezayekî dûrê qanûnê binav dike. Ev cezaye bi fermana Sopay Pasdaran û Wezareta Îtlaata hatiye derxistin. Ji ber ku li gorî yasayên Îranê cezayê Ramîn Hisên Penahî ne ku darvekirin, heya cezayê girtîgehê jî jê nagire.

Em weke kesên ev nameye îzme kirine, cezayê darvekirina Ramîn Hisên Penahî weke siyasetek ji bo bêdengkirina gelê têkoşerê Îranê dibinin. Bi vê boneyê jî em daxwaza pêkanîna hiqûqê dikin û demek pêş a din rakirina cezayê darvekirinê.”

(rn)