‘Armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahiyê Başûr e’

47

Berpirsê Komîteya pêşmergeyên Dêrîn beşê girtiyên siyasî yê YNK’ê Mam Hejar der barê dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî û got ku dewleta Tirk bi hincetên cûda cûda êrîşê Başûrê Kurdistanê dike.

Mam Hejar daxuyakirin ku dewletên dagirkerên Kurdistanê naxwazin ti carê Kurd bigehin azadiya xwe û serbixwe bijîn. Mam Hejar her wiha got; “Piştî Raperîna 1991’ê ya Başûrê Kurdistanê û bi destketina hinek destkeftiyan, dewleta Tirk di bin navên cûde de dest bi êrîşên ser Başûr kir. Dagirkerî ne tenê di aliyê leşkeri de, di aliyê siyasî, aborî, çandî û rewşenbîrî de pêk anî.”

Mam Hejar bal kişande ser bêtifaqiya aliyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê û wiha domand; “Her cara mijar dijbertiya Kurdan be, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye dibin yek. Lê li hemberî dagirkeriyê Kurd nabin tifaq. Li Başûrê Kurdistanê dijî dagirkeriya heyî tifaqek nîne. Ji ber berjewendiyên hizbî yên li gel dagirkeran, rê nade em eniyek netewî ava bikin.”

 ‘Ji ber berjewendiyên hizbî kongreya netewî pêk nayê’

Mam Hejar bal kişande ser giringiya lidar xistina kongreya netewî û wiha pêde çû; “Ji ber berjewendiyên hizbî kongreya netewî nayê lidarxistin. Dewleta Tirk jî bi hinceta PKK’ê êrîşê Başûr dike. Gelo li Herîr, Rewnduz, Başîqa û Şengalê PKK heye? Na. Lê berjewendiyên hinek aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li gel dewleta Tirk rê dide vê. Hebûna 27 baregehên leşkerê Tirk li ser xaka Başûr, bi armanca dagirkeriyê ye.”

Di dawiyê de Mam Hejar daxwaz ji parlamentoya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku daxwaza derketina baregehên leşkerên Tirk ji Başûr bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Divê gelê Kurd ji bo bigehe azadî û serxwebûna xwe, yekîtiya xwe çêbike.”

(rn)