Çalakvanan daxwazên xwe gihandin NY’ê

34

Nerazîbûnên li hember dagirkeriya dewleta Tirk her ku diçe bi çalakiyên cûda cûda belav dibe. Piştî ku gel li Hewlêr çûn ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî û xwestin ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê xilas bibe, welatiyan li ser navê çalakvanan daxwaznameyek radestî nûnerên Neteweyên Yekbûyî kir.

Li ser vê yekê yek ji endamên şandê Kûsret Ehmed ji ajansa me re axivî. Ehmed diyarkir ku ew bi berpirsyarên ofîsa Neteweyên Yekbûyî yên li Hewlêr re civiyane û got; “Me daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku hewldanek li hember dagirkeriyê bikin û dagirkeriya dewleta Tirk bê rawestandin. Berpirsyarên Neteweyen Yekbûyî jî soz dane me ku daxwazên wan ji rêveberên xwe yên li Bexda re bişînin û ji wirjî bigihînin navenda Neteweyên Yekbûyî.”

Herwiha Ehmed diyar kir ku rêveberên Neteweyên Yekbûyî sozdane wan ku piştgiriya çalakiyên wan bikin û ji bo daxwazên wan bihevre dinava hema hengiyekê de bin.

(rn)