Hikûmeta Navendî ya Iraqê meha Adarê ya îsal biryara da ku 317 milyar û 540 milyon û 465 hezar dînar ji bo meaşê karmendan bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Li ser vê yekê Hikûmetê Herêmê jî biryar da ku meaşê karmendan weke berê nebe jî lê, hinek zêde bike û di dema wê de bide. Piştî demeke dirêj ku ev zêdeyî 3 mehane meaş di dema xwede tê dayîn bûye sedem ku liv û tevgera nava bazarên Herêma Kurdistanê de zêde bibe. Ancax di mijara çareseriya qeyrana aborî de esnaf û aborînas hinek ji hev cûda difikirin. Li gorî esnafan dayîna meaş bandoreke baş li karê wan û bazar kiriye. Li gorî aborînasan jî dayîna meaş çareseriyeke bingehîn nîne ji bo ji holê rakirina pirsgirêkên aborî.

Esnafê bi nave Goran Hesen yê ji bajarê Silêmanî û cil û bergên zilaman difiroşe diyar kir ku ji dema ku meaş di dema xwede tê dayîn heya niha bandoreke baş li bazar kiriye û got, “Hem hatine geştiyarên Ereb zêde bûye hem jî welatiyên herêmê bixwe zêdetir serdana bazaar dikin, kirîn zêdetir bûye.”

Esnafê bi navê Mîr Xebat jî kêfxweşiya xwe ya ji dayîna meaş tîne ziman û dibêje ku  sedî 45 rewşa bazaar baş bûye û got, ew di mijara dayîna kiriya dukanan de zehmetî dikişînin lê, ger meaş di dema wê de were dayîn wê ev pirsgirêk jî ji holê rabe.

Pisporê Aboriyê Dr Mihemed Rauf jî diyar kir ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê di encama zextên welatiyan de neçar man ku meaş bidin û wiha axivî, “Dayîna meaş di dema xwede hinekî rewşa aborî ya welatiyan baş kiriye. Lê, ev ne çareseriyeke mayîndeye ku bikare qeyrana aboriyê ji bingeh ve çareser bike. Ancax eger meaş bi berdewamî di dema wê de were dayîn dibe ku di dema pêş de her biçe rewş hinek baştir bike.”

Dr Raûf diyar kir ku heya pirsgirêkên navbera herêmê û hikûmeta navendî ya Iraqê de bi temamî neyên çareser kirin wê pirsgirêkên aborî jî bi temamî çareser nebin û wer difikire ku eger Hikûmeta Herêmê dosyaya petrol û çavkaniyên xwezayî bi temamî radestê Iraqê bike, dê li beramber wê pere bigire û bi vî awayî jî pirsgirêk çareser bibin.

(ep/bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here