Serokê Koma Azadî (Hizba Şûî) li parlementoya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Desteya Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê naxwaze rûniştineke taybet li ser dagirkeriya Tirkiye ya li Kurdistanê de pêk bîne û got tevî ku wan îmze kom kiriye jî parlemento kom nabe. Artêşa Tirk ji ber nebûna helwesteke pratîkî ya cidî ya partiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê roj bi roj xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê dagir dike. Têgotin ku heya niha zêdeyî 30 kîlometre sînorên Iraqê binpêkiriye. Her wiha gelek parlementerên Kurdistanê ji bo parlemento ji bo nirxandina dagirkeriya Tirk taybet kom bibe, gelek îmze kom kirine.

Lê, heya niha tevî ku gelek welatiyên sivîl ji ber bomberduman û êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Başûr jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne jî lê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti helwesteke xwe ya fermî nebûye. Heya niha parlemento jî bersiva daxwazên welatiyan û îmzeyên ku hatine kom kirin jî ne daye. Serokê Koma Azadî (Hizba Şûî) li parlementoya Herêma Kurdistanê Ebû Karwan axivî.

Ebû Karwan diyar kir ku zêdeyî 10 parlementeran îmze komkiriye ji bo parlemento bi rojeveke taybet a derbarê pirgirêka dagirkeriyê li Başûr de kom bibe û wiha pêde çû, “lê mixabin heya niha Desteya Serokatiya Parlementoyê bersiva vê daxwaza me ne daye û girîngî bi vê pirsgirêkê jî nade ku rojane liv û tevgera artêşa Tirk li herêmê heye.

Ebû Karwan her wiha dazanîn ku kengê 10 parlementer ji bo guftûgokirina pirsgirêkeke girîng daxwaza kombûnê ji parlementoyê bike, divê kom bibe û daxuyakirin ku desteya serokatiya parlementoyê naxwaze li ser pirgirêkeke wisa girîng kom bibe.

Ebû Karwan di dawiya axaftina xwede jî got ev ne cara yekê ye ku desteya serokatiya parlementoyê girîngî bi daxwaznameya parlementeran nade û got ku berê jî gelek caran gelek pirsgirêkên girîng hebûye desteya serokatiya parlementoyê girîngî pê nedaye.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here