Gelê Meredo: Em ê li dijî dagirkeriyê têbikoşin

41

Çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên Başûrê Kurdistanê di roja 19. de didome. Mertalên Zindî ku her roj mêhvanên nû pêşwazî dike îro jî pêşwazî li gelê gundê Meredo ya Binarê Qendîlê kirin.

‘Divê gelê Kurd li gel gerîlayên azadiyê cih bigirin’

Bi navê Mertalên Zindî Wilyam Berzencî ku pêşwazî li gelê Meredoyê kir, dazanîn ku ji ber destkeftiyên Kurd ketiye metirsiyê ew dest bi vê çalakiyê kirine. Berzencî daxuyakirin ku niha xaka Kurdisatnê dibin êrîşên daigrkeriyê de ye û got, “Gefên li dijî Qendîlê hemû destkeftiyên Kurdistanê hedef dike.”

Wilyam Berzencî di dewama axaftina xwede bang li tevahî gelê Kurd jî kir ku ji Qendilê heya Sine, ji Mahabad heya Silêmanî û Hewlêrê, ji Serhed heya Qamişloyê divê hemû Kurdistanê li gel gerîlayên azadiyê cih bigirin.

Gelê Qendîlê: Em li vir in!

 Piştî axaftina çalakvanê Mertalên Zindî Wilyam Berzencî bi navê ciwan û gelê Meredoyê jî Soran Elî mafê axaftinê girt û got, “Gefa li ser Qedndîlê gefeke tenê li dijî Qendîl û PKK’ê nîne, êrîşeke dagirkeriyê ya tevahî Kurdistanê hedef digire. Em weke gelê Başûr bang li dewleta Tirk dikin û dibêjin, ‘Em li vir in’. Me çawa dagirkeriya aborî qebûl nekiribe û li hember vêya boykotê dabe dest pê kriin, em ê dagirkeriya we ya aborî jî qet qebûl nekin. Heya em dagirkerî bi dawî bikin, wê têkoşîn berdewam bike.”