Kongra Star ji bo Efrînê dest bi hevdîtinan kir

31

Kongreya Star bi armanca xwedî derketina li jinên Efrîn ku rû be rûyê êrîşên Tirkiyeyêne li Başûrê Kurdistanê dest bi rêze hevdîtinan kirin. Şandeya Kongreya Star ku ji endama Komîteya Perwerdê Rîhan Qalo, endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a Kantona Efrînê Fatima Lekto û endama Buroya Jin a PYD’ê Zehra Aldar pêk tê, li Silêmanî bi parlamanterên Herêma Kurdistanê, endamên Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û Parlementera Iraqê ya Tevgera Azadî a Kurdistanê Yusra Receb re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de, behsa girîngiya destwerdana rêxistinên jinan, hiqûqî û siyasî ji bo rawestandina binpêkirinên derheqê jinan bi taybetî jinên Efrînê hate kirin.

Şandeyê her wiha bi nûnerê Yekîtiya Jinên Kurdistanê re civiya. Li vir jî rewşa jin li Rojava, nemaze, rewşa jinên li Efrînê ku rastî ne heqiyê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve têne û rewşa jinên li Şehbayê û zehmetiyên ku dikişînin hatin nîqaşkirin.