Duh di seat 18:00 û 19:00’an de li Mala Sofî Kerîm ku niha weke mala Folklorî tê naskirin ku berê de ji hunermendê bi navûdeng Hesen Zîrek du qasêt li vir qeyd kiribû. Bi amadebûna welatî û hunermendan merasîm hat destpêkirn. Di merasîma 46’emîn salvegera koça hunermend Hesen Zîrek bi çend sitranên wî ji aliyê hunermendên Kurd ên weke Îhsan Zîrek, Zahîr Celal û Dilşad Dawid ve hetin gotin.

Seat 19:00’ê heman êvarê li Baxçeyê Sera yê bajarê Silêmaniyê bi heman armancê Hunermendê navdar Hesen Zîrek, di 46’emîn salvegera koça xwe ya dawî de bi merasîmekê hat bibîranîn. Di merasîmê de hunermendên weke Nasir Rezazî, Îhsan Zîrek û Dilşad Dewid bi çend sitranê Hesen Zirek bibîr anîn.

Bi vê boneyê gelek welatî û hunermendên davdar yê Kurdan bi sitranên Hesen Zîrek şeveki ya bibîranin û xwedî li berhemê hunermendê mezin Hesen Zîrek derketin.

Hunermend Hesen Zîrek  yek ji hunermendên navdar ên gelê Kurd e. Di 29’ê Mijdara 1921’an li gundê Hermêle yê girêdayî bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye.  Hesen Zîrek di sala 1971’an de bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Piştî salekê têkoşîna bi nexweşiyê re winda dike û di 26’ê Hezîrana 1972’yan de çû ser dilovaniya xwe.

(ep/rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here