Welatiyên Hewlêr: Yekitiya Kurdan dikare rê li ber dagirkeriyê bigre

35

Nerazîbûnên li hember dagirkeriya dewleta Tirk her ku diçe zêde dibin. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Ji bilî daxuyaniyên nivîskî Hikûmeta Iraq û hinek aliyên din yên siyasî tiştek din nakin. Welatiyên bajarê Hewlêr ku ji ajansa me re axivîn, nerazîbûn nîşa dagirkeriya Tirk dan.

Welatiyê binavê Sazman Şêrwanî diyar kir ku divê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwedî yek deng û helwestek bin, heta ku rê li hember dagirkeriya dewleta Tirk were girtin.

Sazman Şêrwanî her wiha got; “Yekitî ne tenê li Başûr pêwîste, divê herçar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin. Ji têkoşîna dijî dijmin re yekîtî pir giringe.”

Li ser heman mijarê welatiyek din ê bajarê Hewlêr Hawrê Hacî daxuyakirin ku dewleta Tirk li ber çavê cîhanê sînorên Başûrê Kurdistanê binpê dike û ti helwestek ya Amerîka û Neteweyên Yekbuyî nîne û got; “Ji bo vê yek tifaqa gelê Kurd ji her tiştî girîng tire. Ger ev yek pêkwere wê dawî li dagirkeriyê jî were.”

(rn)