Her nifşeke li Kurdistanê hatibe dine, rûyê qirêj yê faşîzmê nas dike. Zêhniyeta faşîst ku Kurdistanê kiriye 4 parçe, hewl dide aliyê têkoşer yê Kurdan parçe bike û bin ax bike. Lê, bi rastiya gelê ku bi Têkoşîna Azadiya Kurd re xwe jinûve afirandiye re tê rû be rûyê hev. Faşîzm ku çavê wê tarî b3uye, li hember v3e rastiyê her zindiyeke derdikeve pêş wê dibin avê ‘Aramiya welêt’ qetil dike. Îro jî faşîzma AKP-MHP’ê ku hewl dide xwe bide jiyankirin, li Qendîlê wek plankiriye bi hewldana şerê qirêj re qadên jiyanê yên gel hedef digire. 

Zarokên ku dirûşma, ‘Bijî Serok Apo’ ji ser zimanê wan nakeve, pirsa me ya hun ji bombebaranê ditirsin jî vê bersivê da: “Navê min Elî Rizgar Mihemed, 12 salî me û li Balayanê hatime dine. Her timî bombebaran li ser gundê me ji ber yên me diparêzin hene em natirsin.”

Em berê xwe didin gundeke din a Qendîlê gundê Mavnayê. Li wir zarok bi gotina, “Hun xêr hatin heval’ em pêşwazî kirin. Pirsa yekemîn a zarokan hun kîne û çi kar dikin bû. Dema me ji zarokan re got, em rojnamevanin yekser xwestin ji me re biaxivin. Zarokên Mavnayê wiha ji objetîfên me re axivîn, “Me bikişînin ji ber em hê di gundê xwede dijÎn. Em jixwere dilîzin û ji dewleta Tirk natirsin.”
Dema ji ew zarokên ku bêhna azadiyê ji wan tê cûda dibin, em dibînin ku zarokên Qendîlê neferên herî mezin yên azadiyêne…

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here