Sibe dema parlamentoya Iraqê ya niha bi dawî dibe. Biryar bû parlamentoya Iraqê îro ji bo biryardana li ser dirêjkirina dema niha ya parlamentoyê bicive, lê runiştina parlamentoyê ji bo sibe hate taloqkirin.

Hêjay gotinê ye ku duh biryar bû parlamentoya Iraqê li ser heman mijarê bicive. Belê ji ber netemambûna jimareya yasayî ya parlamenteran, runiştina parlamentoyê ji bo îro hatibû taloqkirin. Runiştin îro carek din hate taloqkirin.

Beşek ji komên Kurdan ên li parlamentoya Iraqê jî naxwazin tevlî runiştina parlamentoya  ya guftûgokirina li ser dirêjkirina dema niha ya parlamentoyê bibin.

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here