Welatiyekî li Xaneqîn dawî li jiyana xwe anî

43

Welatiyek ê xelkê bajarokê Şareban a girêdayî parêzgeha Diyala û ev 4 sale penaber bûye navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala, îro saet 18:00’ê xwe ji Pira Elwen a Xaneqîn xwe avête xarê, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya polîsê Xaneqîn daye ajansa me, ev welatî xwe ji pirê avêtiye xarê û li ser bûyerê polîsên Xaneqîn lêkolîn daye destpê kirin.

Hêjay gotinê ye ku li gorî bilançoya ajansa me, ji serê îsal heya niha 178 kes li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin an jî xwe kuştine. Ev ji dervey kuştinên di encamên bûyerên terorîstî de çêdibine.

(rn)