Çalakvan li dijî dagirkeriyê banga yekîtiyê dikin

42

Nerazîbûn û bertekên welatî û pêkhateyên cûda yên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakvan Rabîa Hemed û Emel Cemal ku ji ajansa me re axivîn, li dijî dagirkeriyê daxwaza helwesta giştî kirin.

Çalakvana jin Rabîa Hemed diyar kir ku pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê helwest û nerazîbûn nîşa dagirkeriya dewleta Tirk bide.

Rabîa Hemed her wiha got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavên xwe li dagirkeriya Tirk girtine. Ew sînorên xaka Başûr ên dewleta Tirk dagir kiriye, di bin kontrola PDK’ê de ye, lê li hemberî vê PDK bê helwest û bêdenge.”

Li ser heman mijarê çalakvan Emel Celal jî daxuyakirin ku li hemberî dagirkeriyê yekîtiya netewî pêwîste û wiha domand; “Pêwîste Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bibin xwedî yek helwest. Kurd bi yekîtiya netewî wê bikarin destkeftiyên xwe biparêzin.”

Di dawiyê de Emel Celal got; “Dijminê gelê Kurd timî sûd ji aloziyên di nava Kurdan de girtiye. Di roja îro de ji bo Başûrê Kurdistanê yekîtî û yek helwestî pir pêwîste. Divê Kurd yekîtiya xwe ya netewî çekin û hemû cîhanê re nişan bidin.”

(rn)