Civîna Parlamentoya Iraqê bêencam bi dawî bû

50

Vê êvarê civîna Parlamentoya Iraqê bi tevlîbûna 130 parlamenteran destpê kir. Ji ber hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebû, dest li yasaya hilbijartinê nehate dayîn. Civîn bê encam bi dawî bû.

Civîna parlamentoyê li ser yasaya hilbijartinên Iraqê bû. Ji bo ku biryarê bide hemû dengên hilbijartina 12’ê Gulanê bi destan were hejmartin, lê ji ber ku rêjeya yasayî ya parlamenteran temam nebû, ti encam jê derneket.

Komên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û hinek komên Ereb beşdarî civînê nebûn, ji ber ku li dijî bûn.

Herwiha Endamê Encûmena Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Seîd Kakeyî axivî û bal kişand ser sextekariyên di hilbijartinê de hatine kirin.

Îro roja dawî ya temenê parlamentoya Iraqê ye. Eger hejmara yasayî ya parlamenteran temam bûya, îhtimal hebû ku dema xwe dirêj bike, lê hejmara parlamenteran temam nebû û dema parlamentoyê nehate dirêjkirin.