Civîna parlamentoya Iraqê destpê kir

51

Rûniştina Parlamentoya Iraqê bi tevlîbûna 130 parlamenteran destpê kir.  Biryare ku Endamê Encumena Komîsyona Bilind a Hilbijartinên  Iraqê Seîd Kakayî beşdarî rûniştinê bibe. Herwiha wê Komîsyona Lêkolîna Rastiyan rapora xwe ya der bare sextekariyên di hilbijartinên 12’ê Gulanê de hatîn kirin eşkere bike. Lê wê di rûniştinê de ti biryar neyên dayîn.

Îro roja dawî ya temenê parlamentoya Iraqê ye. Eger hejmara yasayî ya parlamenteran temam bûya, îhtimal hebû ku dema xwe dirêj bike, lê ji ber ku îro hejmara parlamenteran kême nikare temenê xwe dirêj bike.

Herwiha li gorî destûra Iraqê dirêjkirina dema parlamentoyê nîne.

Duh Parlamentoya Iraq xwest kom bibe, lê ji ber nebûna hejmarek yasayî ya parlamenteran nekarî kom bibe.