Ciwanên Şengalê: Em dixwazin carek din Şengalê bixemilînin

30

Çeteyên DAIŞ’ê k udi 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşê Şengalê kirin, li gel qetilkirin û revandina bi hezaran sivîlan, li Şengalê jî wêrankariyek mezin çêkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê welatî hewl didin bi derfetên xwe Şengalê nûde ava bikin û bixemilînin.

Koma ciwanên Şengalê ku ji 20 keç û xurtan pêk bê ya bi navê Sefer Elemel dest bi çêkirina tabloyên li ser dîwar û cihên di dema şer de hatine xerakirin kirine. Welatî û dikandarên Şengalê jî destek didin xebata  ciwanan.

Jina ciwan a bi navê Îlham Keleş der barê kare xwe û armanca koma wan ji ajansa me re axivî û got; “Em weke komek a ciwanan bi dildarî kar dikin, ji bo rakirina şopên wêrankarî û şer ên li Şengalê kar dikin. Kêmek jî be em carek din Şengalê vegerînin xemla wê ya pêştir.”

Îlham Keleş bal kişande ser jin û keçên hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne û wiha got; “Em çi bikin emê nekarin Şengalê vegerînin weke bere. Hîna bi sedan dayik û xwişkên me di destê DAIŞ’ê de ne. Dema me dayikên xwe li gel xwe dîtin em dê keyfxweş bibin. Em ji jinên ciwan daxwaz dikin bila çavek kêm xwe nebinin û bi me re xizmetê ji gelê xwe re bikin.”

Her wiha ciwanê bi navê Sahir Mîrza jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Em weke koma Sefer Elemel, ji bo bikarin hinek jî be keyfxweşiyê bidin gelê xwe, me dest bi çêkirina wêneyan li ser dîwarên dibistan û hemû ew cihên di şer de hatine wêrankirin kiriye. Hêvî dikim gelê me destek bide me, bi taybetî ciwan.”

Sahir Mîrza diyar kir ku ew herî zêde giringî didin azadiya jinê ya di nava civakê de û got; “Li Rojhilata Navîn û Şengal jî di nav de jin hîna bindeste. Bi sedan jinên me li bazaran têne firotin. Me jî xwest bi çêkirina van tabloyên ser dîwar peyamek bidin cîhanê. Em dixwazin gelê me destek bide me, ji bo em projeya xwe berfirehtir bikin û bikin seranserê Şengalê.”

(rn)