Cotyarek ji bo berhemên xwe pêşangehek vekir

44

Cotyarê bi navê Azad Helebceyî îro li nav zeviya xwe ya çandiniyê li nêzî bajarokê Sîrwan ê girêdayî parêzgeha Helebce ji bo nîşandana berhemên xwe yên werza Havînê pêşangehek vekir.

Azad Helebceyî di pêşangehê de nêzî 30 cûrên berhemên xwe yên dest ên weke gondor, zebeş, bacanên sor, bacanên reş, xiyar, lobî, genimê şamî, tû û çend berhemên din nişan dan.

Welatiyên herêmê jî serdana pêşangehê kirin û berhemên xwemalî bala welatiyan kişandin.

Azad Helebceyî yek ji cotyarên naskirî yên herêma Helebce ye, li ser armanca vekirina pêşangehê ji ajansa me re got; “30 cûre berhemên werza Havînê ku min li ser 7 domin erd çandiye aniye. Ji bo hîn zêdetir welatî berhemên navxweyî û dest nas bikin, min ev pêşangehe vekir. Ezê berdewam bikim li ser kare xwe û dema pêş pêşangehên din jî vekim.”

Helebceyî her wiha got; “Pêwîstiya me bi bazarekî navxweyî heye. Pêşangehên wiha jî pir başin û pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya cotyaran bike ku bikarin berhemên xwe hilberînin.”

(rn)