Dewleta Tirk vê carê jî berê xwe daye diziya berhemên dîrokî

36

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve cihên dîrokî yên Efrînê vedikin û hemû berhemên dîrokî talan dikin.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk û çeteyên wê heta niha li Efrînê gelek cihên dîrokî talan kirin.

Li navçeya Şiyê ya Efrînê, li gundê Durmîşa gelek cihên dîrokî yên Êzidiyan hatin talankirin.

Li navçeya Racoyê jî, li gundê Bîlûlka keleh hate vekirin û hemû berhemên dîrokî hatin talankirin, her wiha jêderkên xwecih gotin li gundê Elbîska jî berhemên dîrokî talan dikin.

Dîsa diyar bû ku dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Şerewa Zareta Henê û ziyaretên Zerata Mihemed Elî bi temamî xira kirine.

Li Zerata Henê her wiha gora Nûrî Dersimî jî hate xirakirin.

(bz)