Encûmena Xurmatû alikarî gihand mexdûrên şer

28

Şevê din Encûmena Gelê Xurmatû li navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn 71 milyon dînarê Iraqî li ser 71 balbatên mexdûrên bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê belav kir.

Endamê Encûmena Gelê Xûrmatû Cume Kerîm der barê armanca kampanya wan ji ajansa me re axivî û got; “Armanca me ya ji vê kampanyayê ewe ku bi rêjeyek kêm jî be, alikariya malbatên bûne mexdûrê bûyerên 16’ê Cotmehê. Her wiha çanda alikariya hevdû kirinê di nava civakê de pêş bixin.”

Hêjay gotinê ye ku Kampanya Jiyan di 26’ê Sibata 2018’ê de ji aliyê Encûmena Gelê Xurmatû ve hate destpêkirin. Armanca kampanyayê alikarî dayîna malbatên di bûyer û şerê 16’ê Cotmeha 2017’ê de mexdûr bûne bû.

Kampanyayê heya şevê din berdewam kir. Di vê deme de 98 milyon dînar kom kir. Pêştir 53 milyon ji bo malbatên xaniyê wan şewitîne ku 60 mal bûn hate xerickirin. Şevê din alikariya mayî ji bo 71 malbatên din ên xaniyê wan hatine hilweşandin, hate dayîn.

(rn)