Gelê Qendîlê: Emê rê nedin dagirker bikevin xaka me

38

Welatiyên gundên Qendîlê li hemberî gotinên dewleta Tirk ên ‘em ketine, me girtin’ diyar dikin ku ewê ti carî xaka xwe ji dijmin re nehêlin, li hembrî dijmin wê li ber xwe bidin û rê nedin dijmin bikeve xaka wan de. Welatiyê bi navê Hikmet Zirar ê ji gundê Mavna yê Qendîlê li dijî gef û êrîşên dagirkeriya Tirk ji ajansa me re axivî.

Zirar diyar kir ku bi sedsalane bav û kalên wan li ser vê xaka jiyane û wiha got; “Îdiayên valakirina geliyê Balayan û Akoyan nerasin. Emê li hemberî hemû êrîşên dijmin weke çewan pêştir pêşiyên me kirine, îro jî emê li ber xwe bidin.”

Hikmet Zirar diyar kir ku Erdogan wê di şerê dijî Kurdan daye destpêkirin de ser nekeve û wiha domand; “Erdogan nefesa xwe ya dawî dide. Sedem her çendî bi hêz bû û şerê gelek dewletan kir û serket, lê li hemberî Kurda bin ket. Erdogan ku li ber tinebûnê ye, ti şansê wî yê li hemberî Kurdan ser bikeve nîne.”

‘Ez amademe ji bo welatê xwe ya dawiya dilopa xwîna xwe şer bikim’

Zirar axaftina xwe wiha berdewam kir; “Me ti carî qebûl nekiriye hêzek biyanî bê ser xaka me. Me li hemberî wan şer kir. Ez weke ciwanek ê Qendîlê amademe heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikim. Vê ne ji bo ti partiyan, ji bo xaka xwe ez dikim.”

Zirar diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê êrîşê xaka wan dike û wiha domand; “Dagirkerî mijarek netewî ye. Weke di ola Îslamê de jî heyî ‘parastina xaka xwe wecibe’ û dawiya yên zulmê dikin jî tinebûne.”

Hikmet Zirar bang li gelê Qendîlê jî kir ku li hemberî dagirkeriyê bi hev re tev bigerin û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir; “Ez li mala xwe me. Kîjan dijmin were bila were, ezê ti carî xaka xwe berendim. Ger mala min hilweşînin jî ezê ji vir necim. Ezê ji bo azadiya xaka xwe li ber xwe bidim.”

(rn)