Endama Koordînasyona KJAR’ ê ( Koma Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê) Gulan Fehîm, bi wesîleya  salvegera 30’ ê Haziranê  Şahadeta Zeyneb Kinaci  (Ş. Zîlan) û herwiha Ş. Zîlan Pepûle de axivî.  Fehîm got; “Ji bo me Heval Zîlan bû manîfesto û mîraseke ku em di xeta Zîlan de bi meşîn”.

Gulan Fehîm di nirxandinên xwe de bal kişand li ser peyama ku Zeyneb Kinaci daye û wiha pênase kir; “Di roja meya îro de Heval Zîlan ji bo tevahî mirovahiyê, tevgera Apoyî û gel vê peyamê da; sîstema ku em têdane  sîstema kapîtalîste û ev sîstem tûcarî destûr nedaye ku kesayetekî di oxira azadî, demokrasî û wekheviyê de tekoşîn bide meşandin”.

Gulan Fehîm, ji bo kesayeta Şehîd Zîlan Pepûlê yê ji Rojhilatê Kurdistanêye jî ev nirxandin kir; “Heval Zîlan Pepûle ji kesayeta Heval Zîlan (Zeyneb Kinaci) bandor bibû. Di qada Rojhilat de ji bo ku bikaribe kesayeta Zîlan jiyan bike, ji bo ku vê rihê fedayîtiyê di xwe de avabike û bi karibe li beramberî sîstema ku rejîma îslamiya Îranê bi rêve dibe li beramberî wê tekoşîn bike, xwe di rastiya Heval Zîlan (Zeyneb Kinaci) de kûr kir.”

Endama Koordînasyona KJAR’ê Gulan Fehîm di destpêka axaftinên xwe de şehîdan bi bîr anî û wiha domand; “Em hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînîn û bejna xwe li beramberî Heval Zîlan û hemû tekoşerên azadiyê ditewînîn. Di rastiya Heval Zîlan de seknekî bi îrade, kesayetekî xuliqkar ku di hemû aliyan de xwe avakiribû yanî ji rastiya sîstemê ku ji bo jinê rewa dibîne ku Zîlan xwe ji vê rastiyê xilaskiri bû û herwiha li beramberî zîhniyeta zilamsalar xwedî seknekî tekoşerbû. Heval Zîlan Rêbertî famkiribû, Rêbertî pir xwendibû ji bo wê Rêbertî ji bo jinê xeta azadiyê ku nîşan dida  xeta azadiya rizgariya jin de pêşketinên ku çêkirine û fikrên ku pêşxistibû herî zêde mirov dikare bêje kesayeta Heval Zîlan di wir de xwe kûr kiribû û ji bo ku li gorî vê jiyan bike di nav tekoşînekî pir radîkal de bû.”

Fehîm, derbarê çalakiya Zeyneb Kinaci de bal kişand li ser komploya ku li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dihate meşandin û got Zîlan vê dît, bi çalakiya xwe bersiv da komplogeran û wiha domand; “Heval Zîlan li beramberî zîhniyeta zilamsalar ya ku di vê xetê de xwe nakin yek û kesayetên ku li beramberî xwe tekoşîn nakin, Heval Zîlan li beramberî kesayetên bi vî rengî xwedî seknekî tekoşer bû û xwedî rê û rêbazan bû ku vana ji holê rake û ji bo ku çêke, avabike di nav tekoşînekî xurt de bû. Pêvajoya ku Heval Zîlan çalakiyê dike pêvajoyekî ku li ser Rêbertiya me planênên komployê tê meşandin, komployekî demdirêj li ser Rêbertiya me dihat meşandin. Bi despêkirina  tevgera Apo yî ta roja me ya îro ev komplo berdewam dike û zextekî giran li ser Rêbertiya me didin meşandin, ji bo wê hêzên derve û hêzên herêmî ji bo ku gelê Kurd ti carî nebin xwedî rêberek, pêşengek ji bo gelê Kurd çênebe û pêşengtiyê neke bi berdewamî hêzên derve ketine di nava tevgerê de û li beramberî wê rastiyê şerekî dijwar didin meşandin.

Heval Zîlan jî ev rastî baş fêmkiribû û ger plangeriyekî  li ser Rêbertiya me çêbibe li ser vê esasê çalakiya Heval Zîlan bersiv bû ji bo wê û. Zîlan wiha dibêje; ‘Emê carekdin destûr nedin hêzên derve û pîlangeriyên ku li ser gelê Kurd dide meşandin û bi encam bike’. Di şexsê çalakiya xwe de  bersiva hêzên derve û hêzên herêmî da. Di kesayeta Heval Zîlan de zanebûna dîrokî, zanabûna dijmin û di hemû mijaran de xwe di asta zanistîde pêşxitibû. Bi cewhera jin jiyan dikir, wê jin sekna xwe bi çi rengî tekoşîn bide meşandin û bi  sekna xwe wê çi pêşbêxîne di van mijaran de Heval Zîlan hertim di nava tekoşînekî  pir xurt de bû û di qadên jiyanê de jî bi vî rengîbû û di sekna xweya jiyanê de hertim mînak bû, di çalakiya xwe de mînak  bû û çakiyekî ku hemû aliyan de bandorekî mezin çêkir li ser dijmin tirsekî pir mezin da çêkirin û hem jî  di nava gel de baweriyekî li beramberî rastiya jin pêşxist. Herwiha êrîşên ku li ser  gêrîla ku dihatin meşandin ji bo vêna bişkîne sekin û çalakiya Heval Zîlan bû bersiv û pîlangeriya ku amade kirin Heval Zîlan di şexsê xwe de ev pîlangerî da girtin”.

‘Rêbertiya me li hemberî rewşa heyî têkoşînek mezin dide’

Gulan Fehîm axaftina xwe wiha berdewam kir; “Hîna jî li ser Rêberê gelê Kurd komplo tê meşandin. Tecrîda girankirî jî weke berdewamiya van komployane. Sekna Heval Zîlan bû sedem ku di nava civakê de  bi sedan keçên Kurd ji sekna Heval Zîlan bandorbibin û beşdarî tevgera Apoyî bibin. Ne tenê li Bakur li herçar parçeyên Kurdistanê beşdarbûn çêbûn û navê xwe kirin Zîlan û di xeta Zîlan de tekoşîn dan meşandin û bûn ardilên Heval Zîlan. Ji bo me Heval Zîlan bû manîfestoya ku em di xeta Heval Zîlan de bi meşîn. Çalakiya Heval Zîlan xetekî îdeolojîk, siyasî û xetekî ku di hemû aliyan de em esas bigrin û li ser wê bi meşîn. Heval Zîlan di van aliyan de xwe xurt kiribû, kar kiribû û li gorî vê tekoşîn meşan dibû, di roja me ya îro de Heval Zîlan Ji bo tevayî mirovahiyê, tevgera Apo yî û gel vê mesajê da sîstema ku em têdane sîstema kapîtalîste û ev sîstem tûcarî destûr nedaye ku kesayetekî di oxira azadiyê de, demokrasiyê de û wekheviyê de tekoşîn bide meşandin. Niha jî di şexsê Rêbertiya me de ev komplo berdewam dike. Rêbertiya me li beramberî rewşên heyî tekoşîn dide meşandin. Ji bo ku bikaribe azadiya civakê mîsoger bike û ji bo azadiya jinê tekoşîn dide meşandin û di roja me ya îro de deskeftiyên mezin ên ku çêbûne ev hemû bi saya Rêbertiya me ne û  di rastiya Rêbertiya me de pêşketine. Ji bo vêna zextan zêde dikin û her rê û rêbazan di ceribînin ku Ji bo rêbertiya me bê bandor bikin. Tecrîda girankirî ya ku li ser Rêbertiya me tê meşandin, ji bo ku fikrên Rêbertiya me dernekevin derve di zanin ku gotinek  ê  rêbertiya me bigihije tevgera Apo yî û gel  wê gelek guhertin çêbibin. Ji bo wê her ku diçe hin bêhtir tecrîdê girantir dikin”.

Gulan Fehîm bal kişand li ser kesayeta Şehîd Zîlan Pepûlê ya ku di 30’ê Hezîranê de ji aliyê rejîma Îranê ve hat şehîd xistin û wiha berdewam kir;

“Di 30’ê Hezîranê de Heval Zîlan çalakiya fedayî pêkanî bû, di Rojhilatê Kurdistanê de jî Heval Zîlan Pepûle ji kesayeta Heval Zîlan (Zeyneb Kinaci) bandor bibû. Di qada Rojhilat de ji bo ku bikaribe kesayeta Heval Zîlan jiyan bike, Ji bo ku vê rihê fedayîtiyê di xwe de avabike û ji bo  ku bi karibe li beramberî sîstema ku rejîma îslamiya Îranê bi rêve dibe, li beramberî wê tekoşîn bike û êrîşên ku li ser rastiya gel didin meşan din, îradeya gel qebulnakin û bi hemû awayan li ser gelê Kurd de diçin rêheval Zîlan Pepûle jî Ji bo ku ji vêna re bibe bersiv xwe di rastiya  Heval Zîlan (Zeynab Kinaci) de xwe kûr kir û li gorî vê rastiyê jî di xeta Heval  Zîlan de hertim lêhurbûn dida çêkirin û di sekna xwe ya jiyanî de jî Heval Zîlan Pepûle hertim dixwest vêna bi jiyanî bike  û heskirina xwe di dilê hemû Hevalan de  çêdikir. Ji bo ku bikaribe jiyanekî xweş avabike hertim di nava tekoşînekî de bû. Li beramberî rastiya dijmin jî di nava tekoşînekî  xurt debû. Heval Zîlan ji bo ku di nava gel de xebatên rêxistinî pêşbixîne û zanabûna gel pêşbixîne di nava kar û xebatan debû,  bi êrîşên rejima Îslamiya Îranê Heval Zîlan di 30’ê Hezîranê de tê şehîd xistin. Ji ber rihekî fedayî nîşan da, ji bo ku ev bibe ders û carekedin tu kesayetên bivî rengî berxwedêr pêşnekevin û bibe îbret cenazeyê Heval Zîlan bi tangê ve girêdan û di nava gel de di gerîne û bi cenazeyê  rêheval Zîlan pir leyîstin û bivî rengî dixwazin çavê gel bitirsînin. Her çiqas jinek ji rastiya Zeyneb Kinaci bandorbû û bi hezaran beşdarî nava tevgera Apo yî bûn bivî rengî Heval Zîlan Pepûle jî bandora xwe çêkir û bi dehan jinên Rojhilat beşdarî tevgera Apo yî bûn û navê Zîlan li xwe kirin. Ev jî ji bo hêzên derve ên ku dijî tevgera Apoyî ne hêzên ku jinê wekî îrade nasnake û nabîne bersivekî Ji bo wan bû”.

Endama koordînasyona KJAR’ê Gulan Fehîm axaftina xwe bi vî rengî dawî kir; “Di şexsê herdû Rêhevalan de ji bo ku em bikaribin mîrasa hemû tevgerên jin bigihînin serkeftinê û di şexsê herdû Rêheval Zîlanan de em xwedî li Rêber Apo derbikevîn û tevgera azadiya  jin bigihînin serkkeftinê. Di nava civakê de jiyanekî demokratîk bigihînin ewlehiyê û mîsoger bikin û divê mijarê de em wek kesayet soza xwe li beramberî wan Rêhevalane nû dikin.”

(rn)  

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here