Komisyonê dema jimartina dengan bi dest eşkere kir

34

Berdevkê fermî yê Komisyona Bilinda Hilbijartinên Iraqê Leys Cebar Hemze daxuyaniyek nivîskî li ser malpera fermî ya komisyonê belav kir, diyar kir ku di encama civînên wan ên 28-30’ê Hezîranê de biryar hatiye dayîn li herêmên ku gilî li ser heye, cardin deng bi dest bên jimartin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku wê jimartina dengan bi dest roja Sêşemê (3’ê Tîrmeha 2018’ê) destpê bike û wiha domand; “Li parêzgehên Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Nînawa, Salahaddîn û Embar deng wê bi dest bên jimartin. Endamên komisyonê jî wê dema jimartina dengan de amade bin.

Li parêzgehên din li gorî dema ku komisyon piştre diyar bike, jimartin wê pêk were. Sindoqên ku hatine şandina Bexda jî, li vir deng dê werin jimartin.”

Her wiha hate diyarkirin ku komisyonê biryar daye ji bo jimartina dengan li welatên derve yên weke Îran, Tirkiye, Brîtanya, Lubnan, Urdin, DYA û Elmanya, sindoq bên şandina Bexda û wiha got; “Ger sindoq nehatin şandina ji bo Bexda jî, wê komisyon biryarek guncaw li ser bide. Jimartina dengan a bi dest wê di bin çavdêriya nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY), nûnerê konsolosxaneyên welatên derve, nûnerên partiyên siyasî, çavdêrên navnetewî û hundirîn û rojnamegeran pêk were. Wezareta Parastin û Hundirîn jî wê erka xwe ya parastinê pêk bîne.”

(rn)