Li Helebce xwedîkirina balindeyek cûda: Selwa

19

Selwa yek ji cûrên balindeyane û giraniya wê qasî 250 grame. Hêkên wê qasî yên kevokane. Di nava 15 rojan de ji hêkê derdikevin û dema bûne 40 rojî dest bi kirina hêkan dikin. Her balindeyek Selwa salê derdora 300 hêkan dike.

Tişta Selwa ji balindeyên din cûdatir dike ewe ku dikarin bi lezek mezin bibezin. Belê nikarin bifirin. Di navbera 15-17 rojan de ji hêkê derdikevin. Xwedîkirina van balinda bi sê şêwey tê kirin. Ya destpêkê hêkên wan qasî 15-17 rojan dixin nav beşa germ a elektronî de. Piştre ji hikê derdikevin û divê qasî 24 saetan ji cihê wan dernexin. Qoanxa duyemîn jî piştî 24 saet derbas bûn cihê wan diguherin û dibine cihek bin kon de û li vir qasî 15 rojan dimînin. Di vê demê de jî tenê genimê hur û ava şirîn didinê. Piştre qonaxa sêyemîn destpê dike û wan dibine cihek asayî. Li vir xwarin û avê didinê.

Berpirsê yek ji cihên xwedîkirina Selwa Bîlal Ferec li ser taybetmendî û xwedikirina Selwa ji ajansa me re got; “Cara yekeme ev cihê xwedîkirina Selwa li Herêma Kurdistanê hatiye vekirin. Me destpêkê nêzî 200 hêk û 200 qefesên Selwa ji Bexda anîn. Niha zêdetirê hezar Selwa me hene. Rojane jî bi sedan hêk kom dikin. Beşek ji van hêkan em ji bo dema kûrkbûnê radikin û beşek dişinin bazaran ji bo firotinê.”

Pisporê bowarê xwarinên xwezayî Dilêr Mihemed jî got; “Li gorî ew ezmûnên me yên li ser xwarinên xwezayî hene û ezmûnên li ser kesên pirsgirêkên wan ên tenduristî hebûne, me dît ku hêkên Selwa ji bo nexweşiyên weke şekir başe. Her wiha kesên nexweşiya bilindbûna tansiyonê heye, başe.”

Dilêr Mihemed got ku doktor jî li ser sûdên goşt û hêkên Selwa matmayî mane, welatî jî pir dikirin.

(rn)