Mertalên Zindî: Em ê di xeta Zîlan de li dijî dagirkeriyê rawestin

43

Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên li dijî dagirkeriya Tirk li Qendîlê xwe kirine Mertal li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anî.

Merasîma bîr anînê bi deqîqeyek rêz girtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Ciwanên Welatparêz Zîlan Pêncwênê derbarê girîngî û wateya rojê de axivî.

Pêncwênê diyar kri ku dewleta Tirk hewl dide daigrkeriya li herêma Biradost daye destpêkirin hewl dide li Başûrê Kurdistanê kûr bike û berbelav bike û got, ew ji bo ji vêya re bêjin ‘Raweste’ vê çalakiya Mertalên Zindî dane dest pêkirin.

Pêncwênê têkildarî salvegera çalakiya fedayî ya Zîlan jî wiha axivî, “Em weke jinên ciwan û Mertalên Zîndî şopdarên xeta şehîd Zîlan ya fedayîne. Em ê li ser hîma vê xetê li dijî hemû dagirkeriyên li Kurdistanê rawestin.”

Zîlan Pêncwênê diyar kir ku yên li dijî êrîşê dagirkeriyê dernakevin û bêdengin jî hevparê dagirkeriyêne û bang li herkesê kirin ku li dijî dagirkeriyê bisekininin û got ku divê li çiya, deşt û bajaran herkes li dijî dagirkeriyê di nava berxwedanê de bin.

Zîlan bang li jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê jî kir ku ji bo parastina rûmeta gelê xwe berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.

Merasîm  bi dirûşmên, ‘Bimre dagirkerî’, ‘Li dijî dagirkeriyê Serî Hilde’ bi dawî bû.