NY: Binpêkirin li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de di asta herî jor de ye

62

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekûbyî têkildarî rewşa mafên mirovan a li Sûriyê raporeke weşand. Di raporê bal hat kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di meha Hezîranê de li bakurê Sûrî û bi taybetî li Efrînê pêk hatiye.

Komîseyê di raporê de destnîşan kir ku herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rastî gelek binpêkirinan tên û got ku binpêkirin û destdirêjî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de di asta herî jor de ne.

Li gorî raporên ku ketine destê komîseriyê, piraniya çeteyên Tirkiyê di bingeh de diz, qaçaxçî û bazirganên narkotîkê ne.

Di raporê hat destnîşan kirin ku rojane raporên binpêkirinan ji herêmên mîna Ezaz, Bab û Cereblusê tên, lê yên herî zêde jî ji Efrînê derbarê desteserkirina malên welatiyan de ne.

Di raporê de tê gotin ku çete û malbatên wan ên ji Idlib, Xûtaya Rojhilat, gundewarên Humsê û Hemayê hatine destdanîne ser malên şêniyên Efrînê û dema şênî vedigerin jî malên wan nadin wan.

Di derbarê çûn û hatina sivîlan de jî di raporê de hate gotin ku bi navê «qadên ewlehî» de, ji aliyê Ceyş El-Îslam û Feyleq El-Rehman ve Efrîn hatiye dabeşkirin, lewre heyanî ku sivîl ji kolanekê biçin ya din divê destûrê ji noqteyên kontrolê yên artêşa Tirk bigrin.

Dîsa, bi bihaneya endamên YPG-YPJ ne, li ser noqteyên kontrolê jinan binçav dikin û heya niha cihê piraniya kesên hatine binçavkirin ne diyar e.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku rojnamevan û çalakvan jî rastî êrîş û êşkenceyên hovane yên çeteyan tên.

Komîseriyê teqez kir ku divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêz ji pîvanên mafên mirovan ên navnetewî re bigrin û wan bin pê nekin.