Parlamento cara dawî hewl dide bicive

29

Biryare ku îro saet 13:00’an de Parlamentoya Iraqê ji bo guftugo kirina li ser guhertina yasaya hilbijartinê ya jimare 45 a sala 2013’an ku dema wê ya herî dawî duh bû bicive. Parlamentoya Iraqê her çendî hewl da duh û roja pêş wê bicive, lê nekarî runiştina xwe pêk bîne.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin serokatiya Parlamentoya Iraqê biryar daye ku îro saet 13:00’an kom bibin û civîn lidar bixin. Hat zanîn wê civîn li ser guftûgo kirina guhertina yasaya jimartinê ya jimara 45 a sala 2013’an û li ser dengdana bi dest ya dengên giştî Iraqê kom bibe.

Herwiha li gorî çavkaniyê di yasayê de dirêjkirina dema parlamentoyê nîne.

Duh Parlamentoya Iraq xwest kom bibe, lê ji ber nebûna hejmarek yasayî ya parlamenteran nekarî kom bibe.

Îro danê êvarê dema Parlamentoya Iraqê bi dawî dibe. Ev cara sêyeme ku parlamento xwest kom bibe, ev şansê dawî yê parlamentoyê ye ku bicive.

(rn)