Welatiyên Hewreman dest bi çinîna berhemên xwe kirin

28

Tû, qeysî û tûyên sorên berhemên sereke yên Hewremanin ku werza Havînê digehin. Cotyar û xwediyên baxçeyan li Hewreman dest bi çinîn û komkirina berhemên xwe kirine. Li herêma Hewreman gelek cûrên tûyan çêdibin. Ew jî bi navê tûyên bê pêşe, pêşedar, tûyên xarolanî ku tama wan pir şirine, tûyên tanî û esfehanî ku ji cûrên din ên tûyan mezintirin. Rengê wan sorin û tama wan jî cûda ye.

Qeysî yek ji berhemên din ê Havînê li Hewreman çêdibe ye. Ev jî bi çend şêweyên weke hişkirin û cûrên din ên xwarinê de tê bikaranîn. Li bazaran jî tê firotin.

Yek ji kesên xwedî baxçe li Hewreman bi navê Cemal Belxeyî li ser berhemên xwe wiha got; “Ew berhemên ku em niha diçinin, tenê têra pêwîstiyên me dike. Ji ber hatina geştiyaran ji bo herêma me, berhemê îsal kêmtir bûn. Her wiha hatina baranê di dema nû gihiştina berhem de, zererek mezin daye.”

Rêveberê Giştî yê Çandiya Helebce Star Mehmud jî got; “Salane di dema gihiştina her berhemek ê herêmê de, em bacê danine ser berhemên ku ji derve tên anîn. Ji bo bikarin berhemên xwe sûd jê bibinin.”

 

(rn)