Xurmatûyî: Liv û tevgera DAIŞ’ê li herêmê zêde bûye

35

Piştî 8 meh di ser bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê re derbas bûn, li gorî bilançoya rêxistina encûmena gelê Xurmatû, ji seda 65’ê niştecihên navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn vegerîne ser malên xwe. Lê li aliyê din demên dawiyê de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li derdora navçeyê zêde kiriye.

Welatiyên navçeya Xurmatû ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku bi zêdebûna liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê re metirsiya li ser jiyana welatiyan zêde kiriye. Welatiyê ji Xurmatû bi navê Arî Elî li ser vê mijarê wiha axivî; “Her çendî ku li nava navçeya Xurmatû metirsî niha nîne, belê ji ber liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê demên dawî li derdora Xurmatû destpê kiriye, zêdebûna bûyerên terorîstî, tirsek mezin di nava gel de çêbûye. Sedema zêdebûna tirsê ji ber baweriya welatiyan bi hêzên niha nayê ye.”

Çalakvanê medenî yê bajarokê Xurmatû yê binavê Seyif Enwer jî li ser heman mijarê axivî. Enwer got ku ji serê sala 2018’an ve bi hatina hêzan kar û barên wan bi awayek baş bi rêve diçe. Enwer diyar kir ku welatiyên Kurd jî li Xurmatû bi awayek azad karên xwe dikin.

Seyif Enwer her wiha daxuyakirin; “Rêjeyek mezin welatiyên Xurmatû vegeriyan ser malên xwe. Yên ku ne vegeriyane jî sedemê wan heye. Malên hinek ji wan di dema bûyerên 16’ê Cotmehê de xirabûne, ji bo wê ne vegeriyane.”

Di dawiyê de endamê encûmena Herêma Germiyan yê Tevgera Azadî Xalid Qadir jî axivî û got; “Ji ber hebûna hêzên ewlehiyê yên li nava navçeyê, heta radeyeke rewş arame û jiyana welatiyan hatiye parastin. Ger ev hêz nemêne, wê dîsan rewşa Xurmatû xira bibe û wê Kurd di asta yekem de zerer bibînin. Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê yên li sînorê Xurmatû metirsî li ser welatiyên Xurmatû çêkiriye. Ji ber ku welatî baweriya wan bi hêzên dervey bajarok nayên ditirsin.”

(rn)