Zeyneb Kinaci li Hewlêrê hate bîr anîn

35

Nûnertiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Herêma Kurdistanê li avahiya nûnertiyê ya li bajarê Hewlêrê duh êvarê gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci bi bîr anî.

Di merasîma bîr anînê de gelê Bakurê Kurdistanê yên koçberê Başûrê Kurdistanê bûne beşdar bûn. Bîr anîn bi bi deqîqeyek rêz girtin ji şêhîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê re dest pê kir.

Di 23. Salvegera şahadeta Zîlan de Berpirsa Nûnertiya HDP’ê li Herêma Kurdistanê Mizgîn Arî piştî rêzgirtinê li ser kesayeta Zîlan, armanca wê ya çalakiyê û peyama wê ji bo jinan û gelê Kurd axaftineke kurt kir.

Piştî axaftina Mizgîn Sînevîzyoneke ku der barê kesayet û çalakiya Zîlan de hatibû amadekirin hate nîşandan.

Bîr anîn bi dirûşmên, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Rêber Apo Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.