Baweriya civaka Êzidî tenê bi PKK’ê tê

1164

Şervanên YBŞ’ê Egîd Şengalî û Elîşêr Ebacî dan xuyakirin, ku wan di dema fermana 73’an de rastiya PDK û pêşmergeyan baştir nas kirine û diyar kirin, li şûna pêşmergeyên reviyayî, gerîlayan gel rizgar kirin. Şervanan gotin, «Baweriya civaka Êzidî tenê bi PKK’ê tê.»Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Egîd Şengalî û Elîşêr Ebacî, ku di dema qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê bûn û li dijî çeteyan li ber xwe dan, ji ANF’ê re qala wê demê kirin.

‘MIXABIN Û SED MIXABIN, PÊŞMERGEYAN DI KÊLIYA YEKEM DE EM FIROTIN Û REVIYAN’

«Navê min Egîd Şengalî ji gundê Dugura yê Şengalê me. Bi rastî jî me nezanî 3’yê Tebaxa 2016’an çi çêbû, mîna hewar û heşrê bû Şengal, em tev matmayî man.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, em ji pêşmergeyan pir bawer bûn, ji ber ku di nav pêşemergeyan de pêşmergeyên ku 10 sal bûn di nav de hebûn, pişta me bi wan qayîm bû. Lê mixabin û sed mixabin me tim digot wê rojekê ev pêşmerge me biparzin û xwedî li me derkeve, di kêliya yekem de em firotin û reviyan. Her çendî me xwest ku çekên xwe bidin, me wê şer bikira li ber xwe bidaba, ew jî nekirin hemû derketin, Şengal bi tenê hiştin. Beriya ku çeteyên DIAŞ’ê bikevin Zoravayê çend ciwanên Êzidî li wir bûn. Dema ku pêşmerge reviyan gotin çek bidin me em ê li şûn we şer bikin malbat û gelê Êzdî biparzin; li wir pêşmergeyan bi wan ciwanan re şer kirin û gotin em li vir in em ê we biparêzin. Li ser van gotinan ciwanan jî gotin; ‘Ka li pişt xwe binêre pêşmerge hemû direvin û ev gel xistin lepê çeteyan.’

‘DEMA CIWANÊN ÊZIDÎ DÎTN GERÎLA ŞER DIKE Û GEL RIZGAR DIKE, YEKSER LI CEM WAN CIH GIRTIN’

Yekem gerîla hatin şer kirin. Her çendî ku me ew nas nedikirin jî lê dema ku me dîtin ew şer dikin û gel xilas dikin û gel vedikişînin çiyayê Şengalê em pir kêfxweş bûn. Li mifriqê Dolan korîdor vekirin û gel derbasî cihê bi ewle kirin. Dema ku ciwanên Êzidî dîtin hinek ji bo wan şer dikin li gel gerîlayan cih girtin û şer kirin. Gelek ciwanan li gel gerîlayan li herêma Êmo şer kirin û gel xilas kir.

‘DI ROJÊN TENG DE XWEŞMÊR Û QEHREMAN DIYAR IN’

Nêzî 7 mehan em li çiyayê Şengalê man. Li vir tenê gerîlayên PKK’ê şer dikirin. Di nav gerîlayan de jî kesên sivîl jî xelkên herêmê yên dildar û qehreman hebûn şer kirin û heta dawiyê jî şehîd ketin. Hê gelek ji wan kesan ne navê wan tê zanîn û ne ji cenazeyên wan hatine dîtin. Li Çiyayê Şengalê 7 rojan şer qewimî bê xwarin û av li ber xwe dan. Çeka di destê wan de tenê qilêş û birno bûn. Lê dîsa jî bi hêvî û baweriya xwe şer dikirin. Bila qet ji bîr nekin di têkoşîn û berxwedana civaka Êzidî de wê teqez navê wan bên ziman û li zarokên Şengalê bên kirin. Niha li Şengalê Êzidî xwe bi xwe diparêzin û hêzên ku şer dikin YBŞ û YJŞ ne. Ji vê kêliyê û şûn de heyîna pêşmergeyan û neyîna wan ferq nake. Roja teng xweşmêr û qehreman diyar in.

‘ÊDÎ BAWERIYA ME BI PDK’Ê Û PÊŞMERGEYÊN WAN NAYÊ’

Êdî me siyaseta PDK’ê û pêşmergatiya wan fêm kiriye çi kesin? Êdî baweriya me bi wan nayê. Di demê dawiyê de dîsa hewl dide ku xwe nêzî civaka Êzidî bike û mîna berê bikar bîne. Lê bila PDK baş bizane civaka Êzidî ne civaka berê ye û wê bi pîlanê te bixape û vî gelê mezlûm biperçiqînî.

‘DIVÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN NAVA REFÊN YBŞ Û YJŞ’Ê Û TOLA JIN Û ZAROKAN HILÎNIN’

Divê em ciwanên Êzidî êdî xwe zana û birêxisin bikin da ku gelê xwe bi rêve bibin. Hêzên ciwanên Şengalê ava bûne û ciwan berê xwe didin nav refên YBŞ û YJŞ’ê. Baweriya me bi hêza me heye ku heta dawiyê wê li ber ax, şerf û namûsa gelê xwe de şer bike. Ji bo êdî ferman bi serê civaka Êzdî neyê divê ciwan hemû berê xwe bidin refên YBŞ û YJŞ’ê. Tola Êzdiyan, jin û zarokên dîl hilînin. Ger îro nebe sibe bila qet nebe.»

‘LI GUNDÊ KOÇO HERÎ KÊM 1700 MÊR HATIN QETILKIRIN, JIN, ZAROK HATIN REVANDIN’

Şervanê YBŞ’ê Elîşêr Ebacî jî wiha axivî: «Navê min Elîşêr Ebacî ye, ji eşîra Menkanim a gundê Koçoyê me. Di 3’ê Tebaxa 2015’an li aliyê Koço êrîşên hatin kirin. Li derdora me gelê gundên Ereban hebû mîna: Baac, Bilêc, Qapûsî û Rifê bûn. Koço di nava wan gundên Ereban de bû. Dema ku êrîş pêk hatin çete ketin gundê Koçoyê, li vir zilam, jin, zarok û kal ji hev cuda kirin. Li pişta gund ax kolan û hemû zilam li vir qetilkirin û bi ax kirin. Li gorî daxuyaniya wê demê 1700 mêr hatin qetilkirin. Gund bi giştî kete destê wan de ewqas mêr qetilkirin li gel xwe jî jin,zarok û kal, jimara wan çiqas be nizanim hemû li gel xwe birin. Ji gundê Koço kêm kes hatin xilaskirin. Niha yên li nava kampan hatine bi cih kirin nêzî 600 kes in, yên din hemû hatin qetilkirin û revandin. Parastina gundê me ne di destê kesî de bû. Beriya fermanê ez hatim Şengalê, piştî ku li gund de kurê muxtarê gundê me hate kuştin piştre li gel muxtar jî tevahî malbat hatin revandin û qetilkirin.

‘ME DI VÊ FERMANÊ DE DOST Û DIJMINÊ XWE NAS KIR’

Di vê fermanê de ji nû ve dijmin û dostê xwe nas kir. Her çendî fermanekî pir dijwar û bi êş jî be; dostê me yên ku digotin em ê we biparazin, em hêlan û reviyan. Ji bo ku ez tola keç, zarok, dayik û pîrên Êzidiyan hilînim beşdarî YBŞ’ê bûn. Li vê derê me dijmin û dostê xwe nas kir. Em ê çawa xwe rêxistin bikin? Ji bo fermaneke din dubare nebe em ê çi bikin? fêr bûn. Niha di bajarên Reqa, Qeter û Siûdiyê keç û jinên Êzidî tên firotin. Divê em heyf û tola wan hilînin.

‘QASIM ŞEŞO JÎ YEK JI WAN KESAN E KU GELÊ XWE FIROT Û REVIYA’

Li Şengalê Mihemed Xelîl ji bo gerîlayan digot derkeve. Li vê derê gerîlayan bersiv dan û gotin: ‘Yên ku ev gel firotin û zarok, jin, dayik û pîr di destê DAIŞ’ê de hêlan û revîn bila ew derkevin. Me li vir şer kir, xwîn rijand bi sedan ciwanên Êzidî li şûna xwe şer kir û şehîd ketin. Em ê heta dawiyê ji bo civaka Êzidî şer bikin û têkoşînê bimeşînin. Qasim Şeşo jî ne kêmî wî ye. Di şerê li dijî çeteyan de yek jî yê xiyanet li gelê xwe kirî Qasim Şeşo ye. Qasim Şeşo gelê xwe firot û ew jî weke pêşmergeyan şer nekir û gel di destê DAIŞ’ê de hêla. Li ser wan kiryaran re jî dibêje gerîlayan derkevin.

‘BAWERIYA CIVAKA ÊZIDÎ BI TENÊ BI PKK’Ê TÊ’

Li vê herêmê hêzên leşkerên Iraq û pêşmerge hebûn. Li giştî herêmê nêzî 8-10 hezar pêşmerge hebûn. Dema bû şer hemû reviyan. Êdî bawerî bi pêşmergeyan nema ye. Gerîlayên PKK’ê berê xwe bidin kû, hêzên YBŞ û YJŞ li pey wan dimeşe. Baweriya civaka Êzidî tenê bi PKK’ê tê, eger ne ji PKK’ê bûna wê gelên li Çiyayê Şengalê jî hemû bihatiba qetilkirin. Tevî van hemû berxwedan û têkoşîna ku hate kirin cihê xwe berde, şehîdê xwe ber de, gelê Êzidî rê nade vê yekê. Bi sedan şehîdên PKK’ê li ser vê axê ne. Di rojên pêşmerge direviyan wan şer kir, wan şehîd dan û gel xilas kir. Rexmê ku gerîlayan ewqas şer kir û şehîd dan jî û pêşî li tinekirina netewekê girt jî Rêbertiya me Ocalan di zindanê de xwe rexne dike û dibêje; ‘Çima min hê zûtir hêzê gerîla li Şengalê bi cih nekir û ji bo fermanek bi vî rengî hov li serê wan nehatiba?’ Dema ku Rêbertiya me vê yekê dibêje ne hedê kesê yek ku bêje bila gerîla ji Şengalê derkeve.

‘BAWERÎ Û HÊVIYA JIYANÊ YA ÊZIDIYAN, PKK YE’

Piştî ku hêzên YBŞ û YJŞ li Şengalê hate avakirin, gerîlayên PKK’ê ew perwerde kirin, bi rêxistin kirin û ji bo bikarin êdî xwe bi xwe parastina xwe bikin. Ne tenê di şer de êdî hişt ku xwe nas bike, dijminê xwe nas bike. Li pêşberî her cure zext û tundiyê bikare pêşengtiya gelê xwe bike. Civata Êzidî bi xwe ji hêza nav xwe bi keç û xortên xwe bi rêxisin bibin û gelê xwe biparzin. Îro di Rojhilata Navîn de şer li her alî geş e, ji bo bikarin bijî û gelê xwe biparêzin fêrî karanîna çekê kir û ya ji hemûyan girîngtir jî fêrî têkoşînê û berxwedanê kir. Piştî ewqas ket wê derketina PKK’ê ya ji Şengalê neyê qebûlkirin. PKK roja ku ji Şegalê derkeve Êzidî namînin Şengalê wê hemû derkevin. Bawerî û hêviya wan a jiyanê PKK ye.»