Li Bazidê kampanyaya cil û bergên netewî destpê kir

101

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ciwanên Bazidê ji bo cil û bergên herêmî yên weke Fîstan, Şal û Şapik ku  çanda Kurdane,  pir li xwe dikin û   di demên dawî de lixwekirina wan weke sucê ‘propagandaya rêxistinê’ tê dîtin, kampanyayek dane destpêkirin.

 

Armanca kampanyayê parastin û pêşxistina cil û bergên Kurdiye.  Yek ji pêşengên kampanyayê Adem Karahan têkildarî kampanyê axivî û got ku di demên dawî de lixwekirina cil û bergên herêmî tên qedexe kirin û dewlet bi van polîtîkayan dixwaze yek ji nîşaneya girîng a çanda Kurdan tine bike.”

 

Karahan bal kişande ser êrîşên di vê qadê de û diyar kir ku ji bo ku mirov li dijî van êrîşan derkeve, divê mirov zêdetir xwedî li ziman, çand û xaka xwe derbikeve.

 

Karahan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca vê kampanyayê  tenê parastina çanda Kurdane. Em dibînin ku nifşê nû di dema dawî de ji cil û bergên herêmî dûr dikeve. Bi kampanyayê em hewl didin ku dawî li vê bînin. Çandeke me heye û em hemû bi hev re li vê xwedî derbikevin.”