QSD’ê çerxerêya El-Mezari  ya Reqayê rizgar kir

64

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li piraniya eniyên Reqayê, şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Şervanên QSD`ê ku ber bi navenda bajarê ve diçin, çerxerêya El-Mezari ya taxa El-Berîd a aliyê rojava yê Reqayê, bi temamî çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

 

Girîngiya çerxereya El-Mezari

 

Çerxerêya El-Mezari, di navbera taxa El-Berîd û El-Romaniya rizgarkirî de ye. Bi rizgarkirina çerxerêya El-Mezari, şervanên QSD`ê êdî bi hêsanî li wê herêmê tevdigerin.

 

Ji aliyekî din ve jî, şerên giran li taxa El-Nehda û Hitîn ên aliyê rojava yên Reqayê, rû didin.