Li Daqoqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

107

SORAN MIHEMED / ROJNEWS

 

Şevê din dereng balafirên şer yên hevpeymanê li gundê Setîh yê sînorê eniya Daqoqê, benzînxaneyek ya çeteyên DAIŞ'ê bombardûman kir. Di encamê de sê çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

 

Fermandarê hêzên pêşmerge Mihemd Hacî Ebdula têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: "Li gorî agahiyên ku ku ji pêşmergeyên enîya Daqoqê hatîn girtin, balafirên şer yên hevpeymanê benzînxaneya çeteyên DAIŞ'ê bombardûman kiriye."

 

Mihemd Hacî Ebdula ev jî got: "Li gorî agahiyên destpêkê di encama bombardûmanê de sê çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û agir girtiye giştî benzînxaneyê."

 

Fermadarê pêşmergeyan Mihemd Hacî Ebdula di dawiya axaftina xwe de ev jî got: "Em dizanin ku hejmarek zêde ya çeteyan li wir  birîndar bûne. Lê belê agahiyên zelal li gel me nînin ku hejmara birîndaran çendin."