‘Pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye ne bi peyamên hizbî’

84

 

 

BERHEM  LETÎF/ ROJNEWS

 

Girêdayî rewşa siyasî ya niha ya Kurdistanê û yekîtiya netewî, Çalakvanê Civaka Sivîl Sabîr Ebdulrehman  yê  li Hewlêrê, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir.

 

Sabîr Ebdulrehman di axaftina xwe de got: “Di vê qonaxa hestiyar de pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyek rast heye, ne bi peyamênê derew yên hizban. Ji ber ku qonaxa hizbîtiya derew derbas bûye. Niha li her parçeyên Kurdistanê Kurd li ber komkujiyan re derbas dibe. Di vê qonaxê de pêwîstiya Kurdan bi yekgirtin û  ava kirina parlamentoyê û parlamenterên netewî heye.”

 

Di dewama axaftina xwe de Sabîr Ebdulrehman wiha got: “Bi çi awayî be, pêwîste peyama kongreya netewiya Kurdistanê were ragihandin ku îradeya Kurd çêbibe. Ji ber ku divê qonaxê de Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di bê hêviyekê de jiyan dike.”

 

 Sabîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hizb ji bo berjewendiyên xwe yên taybet li pêşiya kongreya netewiya Kurd bûne asteng. Ji ber wê nabe li Başûrê Kurdistanê hizb bigihin  armancên xwe. Me hizb kir armanc, ji ber wê em di hêla siyasî, aborî û peywendiyên navnetewî de li sifrê rawestan.”