HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd eşkere kir

58

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

HPG’ê di malpera xwe ya fermî de  daxuyaniyê da û da diyar kirin ji ber ku nasnameya hevalên wan bi derengî zelal bû, wan daxuyanî bi derengî daye.

 

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Di daxuyaniya xwe ya 28’ê Nîsanê de me gotibû,  20’ê Nîsanê li Pasûrê ya Amedê dewleta Tirk li 7 gundan ‘qedexeya derketina derve’  ragihandibû û piştre li qada bejahiyê operasyon dabû destpêkirin. Hêzên me yên gerîla bi kemîndanînê û bi çalakiyên sabotajê bersiv dabûn û 6 leşker hatibûn kuştin. Me diyar kiribû ku artêşa Tirk teknîk pir zêde bi kar anîbû, bombe avêtibûn û di şerê di navbera hêzên me û artêşa Tirk de 2 gerîlayên me yên jin şehîd bibûn.

 

Ji ber ku nasnameya hevalên me bi derengî zelal bû, me daxuyanî bi derengî daye. Ji ber vê derengmayinê di serî de ji  gelê me, ji malbatên xwe yên Karataş û Demîrpolat lêborînê dixwazin.”

 

Nasnameya gerîlayên şehîd wihaye: