Stêrk: Doza Îmraliyê doza gelê Kurd e

79

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Endama Konseya Serokatiya Giştî Zilar Stêrk di Stêrk TV de mêvana bernameya Rojeva Jin bû. Zilar Stêrk destnîşan kir ku ‘pêvajoya piştî qutkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re berdewamiya komploya navnetewî ye û li hember vê divê li her devera Kurdistanê çalakî werin geşkirin.’

 

Zilar Stêrk herwiha da zanîn ku ‘parçebûna netewî herî zêde bandorê li jinê dike û ji ber wê, wê jina Kurd bi awayekî  xwezayî pêşengtiya yekîtiya gelê Kurd bike.’ Stêrk wekî din diyar kir ku ‘faşîzma AKP’ê ji ber destkeftiyên şoreşa Rojava û têkçûnên xwe yên li dijî şoreşê gelekî bihêrs bûye û êrîş dibe ser Efrînê. Stêrk, balkişand ser ku Tirkiyê ne hêza serdest a hêrêmê ye û nikarê xwe li ser herêmê ferz bike.

 

‘Doza Îmraliyê doza gelê Kurd û doza demokrasiyê ye’

 

Stêrk di destpêka axaftina xwe de berxwedaniya 18 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bibîr xist. Zilar Stêrk anî ziman ku ev berxwedana di bin tecrîda giran de îradeyeke gelekî mezin dixwaze, herwiha da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan her diçe tê dijwarkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Doza Îmraliyê, doza Serokatî du aliyên xwe hene. Yek jê milê xwe yê hiquqî û yek jê jî milê xwe yê siyasî heye. Doz doza gelê Kurd e, doza demokrasiyê ye. Şert û mercên li Îmraliyê ne normal in û dem demî ev hê bêhtir tê kûrkirin. Ji dema AKP’ê û pê ve AKP li Îmraliyê nêzikatiyên li gorî berjewendiyên siyaseta xwe yên li derveyî hiquqê nîşan dide. Ji 27’ê Tirmeha 2011’an ve nahêlin parêzerên Serokatî biçin gel wî û ev li derveyî hiquqê ye. Bi destê AKP’ê hiquq hatiye binpêkirin. Di doza Serokatî de em ne tenê li ser aliyê wê yê hiquqî disekinin, lê divê ev milê dozê jî neyê îhmalkirin. Her wiha di dema hevdîtinên bi heyetên HDP’ê re jî hevdîtina bi parêzeran re dihate astengkirin. Di vir de ew mesaja ‘doza Îmralî dozeke siyasî ye, em ti mafên hiquqî nadin’ dihate dayîn. Doza Serokatî herwiha dozeke siyasî ye. Bi pêvajoya 2013’an re ku Serokatî da destpêkirin hevdîtin pêk hatin û bi qutkirina wan hevdîtinan tecrîda li ser Serokatî hê bêhtir giran bû. Ev hevdîtin gihiştibûn wê astê ku bi civakê re hêviyek û bendewariyek çêbibe. Ev pêvajoya diyalogê gihiştibû asteke girîng û ew jî daxuyaniya hevbeş a Dolmabahçeyê bû.

 

‘Mûdexeleya hevdîtinan kirin, pêvajo serberjêr çû’

 

Vê bi gel re hêviya çareseriyê çêkir, lê hêza desthilatdar a netew dewletê mudaxele kir. Erdogan mudaxele kir û got ku xebera wî ji mesaya Dolmabaxçe tineye. Lê ne pêkan e ku Serokkomarê dewletê bêagahî be, heya ji her hevoka daxuyaniya ku hate dayîn agahiya wî hebû. Lê belê ji ber ku ji deverekê mudaxele pêk hat, Erdogan ev înkar kir. Ji mudaxeleya li hevdîtinên Îmraliyê û pê ve pêvajo serberjêr çû. Ev hevdîtin di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd dihatine kirin û pirsgirêka Kurd biketa rêya çareseriyê, wê li Tirkiyê bibûya sedema demokratîkbûnê. Her wiha wê bibûya sersedema nirxên demokrasî û azadiyê yên tevahî gel, çand û baweriyên li Tirkiyê. Bi hevdîtinên di navbera 2013 û Nîsana 2015’an de qada demokrasiyê li Tirkiyê gelekî bipêş ket. Berhemên vê di 7’ê Hezîrana 2015’an de hatin girtin. Erdogan çawa ku mudaxeleyî lihevkirinên li Dolmabexçeyê kirin, bi heman awayî hilbijartinên 7’ê Hezîranê qebûl nekir. Li ser vê hilbijartin hatin dubarekirin û ev darbeyeke siyasî bû. Qada demokrasiyê ya bipêş ketibû ji wê demê û şûn ve derdora qada demorasiyê bi mudaxeleyê hate dorpêçkirin. Xwestekên aştî û azadiyê her ku diçû bilind dibûn. Desthilatdariyê ev li gorî berjewendiyên xwe nedîtin û mudaxele kirin. Mirov dikare bêje ku ev mudaxele ji aliyê hin hêzan ve hate çêkirin. ”

 

‘Qutkirina hevdîtinan berdewamkirina komploye’

 

Endama Konseya Serokatî ya Giştî Zilar Stêrk da zanîn ku gelê Kurd esareta Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan weke esareta xwe dibîne û azadiya xwe di azadiya wî de dibîne. Endama Komîteya Serokatî ya Giştî Zilar Stêrk anî ziman ku gelê Kurd li her derê lê dijîn li hember komployê rabû ser piyan û bi vê yekê komploya li hember Ocalan pûç kirin. Zilar Stêrk da Zanîn ku pêvajoya piştî qutkirina hevdîtinên bi Ocalan re berdewamiya komploya navnetewî ye. Ji bo wê pêvajoya ku gelê Kurd li hember komployê vîna xwe nîşan da, dîsa hewce ye. Zilar Stêrk wekî din di axaftina xwe de bal kişande ser girîngiya nobeta azadiya Ocalan a li Strasburgê û çalakiyên li Rojava yên bi xwesteka azadiya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan têne lidarxistin.

 

‘Divê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo geştir bibin’

 

Zilar Stêrk diyar kir ku çiqasî têkoşîna azadiya Kurdistanê were bipêşxistin, çiqasî gelê Kurd li derdora azadiya Ocalan, ji bo xilasî û rizgarkirina Kurdistanê çalakiyên xwe geş bike, ewqasî jî wê azadiya Ocalan pêkan be. Zilar Stêrk da zanîn ku azadiya Ocalan nêz e û ji ber wê jî rojeva destpêkê ya Tevgera Azadiya Kurd û ya gelê Kurd; azadiya Ocalan e. Tevgera Azadiyê û gelê Kurd vê têkoşîne hew dixwaze bi esareta Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan berdewam bike. Pêve girêdayî Zilar Stêrk da zanîn ku li her derê Kurd lê dijîn di warê siyasî, bîrdozî, eskerî, çandî û hiquqî de têkoşîneke gelekî girîng tê meşandin û navenda vê têkoşînê, navenda çalakbûyîna azadiya Ocalan e. Stêrk çalakiyên li Ewrûpayê û Rojava silav kir û bangawazî kir ku her derê Kurdistanê çalakî werin bilindkirin.

 

‘Divê herî zêde jin xwedî li têkoşîna azadiyê derbikevin’

 

Endama Konseya Serokatî ya Giştî Zilar Stêrk di berdewamiya axaftina xwe de girîngiya jinê ya di avakirina yekbûna netewa Kurd de anî ziman. Stêrk da zanîn ku jin bi awayekî xwezayî di hebûna netewan de, parastina netewan de rolekî sereke dilîze û bal kişand ser pirsgirêka netewa Kurd: “Heke mafên neteweyekê werin binpêkirin û ew netew nikaribe xwe biparêze, hatibe parçekirin, welatê wê hatibe dagirkirin, ev herî zêde bandora xwe li ser jinê dike. Jin jixwe ji ber ku jin e tê perçiqandin û heke netewa endamê ye jî bindest be, hingî jin du caran tê perçiqandin. Ji ber wê yên herî zêde xwedî li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derbikevin jinê Kurd in. Weke ku tê zanîn yekîtiya gelê Kurd hatiye parçekirin û ev parçebûn herî zêde bandorê li ser jiyana jinê dike. Ji ber wê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jin bi awayekî xwezayî derdikeve pêş. Evîna jina Kurd herwiha di qada leşkerî de, parastinê de gelek pêşketin bi xwe re anîn û ev tecrûbeyên jinê niha belav dibin. Têkoşîna jinê li Rojava, li Şengalê, li Maxmurê, li Kerkukê û Bakûrê Kurdistanê ya di milê xweparastinê de bilind bûye. Di qada siyaseta demokratîk de jî jina Kurd gelekî bipêş ket. Rewşa netewa Kurd, metîngerî û desthilatdariya li ser Kurdistanê hişt ku jina Kurd gelek pêşketinan bidest bixe. Berxwedana jina Kurd îlhamê dide tevahiya jinên cîhanê û bendewariyek di jinên Kurd de çêbû.”

 

 ‘Pêwîste hemû jinên Kurd piştgirî bidin pêngava KJK’ê daye destpêkirin’

 

Stêrk di berdewama axaftina xwede îşaret bi xebatên yekîtiya netewî yên jinên Kurd dimeşîne û wiha pêde çû:“Jina Kurd bi salan e di nava şer û têkoşinê de dijî. Jina Kurd him di warê têkoşîna azadiya Kurdistanê de, him di warê têkoşîna cinsî de bûye xwedî tecrube. Jina Kurd weke jinên neteweyên din jiyaneke normal nejiyaye. Di warê dîrokî de jina Kurd li ser vê ernîgariyê civak birêxistin kiriye û ava kiriye. Lê belê di roja me ya îro de hatiye parçekirin, bêrêxistin hatiye hiştin. Ya rastî jinên Kurd bi tecrûbeyên xwe li Amedê yekemîn û li Hewlerê duyemîn konferansa yekîtiya jinên Kurd lidarxistin. Ji çar parçeyê Kurdistanê û ji derveyî welat jinên Kurd li hev civiyan. Him pirsgirêka yekîtiya netewî û him jî pirsgirêka azadiya netewa Kurd nîqaş kirin. Herwiha pirsgirêkên jinên Kurd dijîn niqaş kirin û ji bo avakirina çareseriyê dest bi lêgerînê kirin. Xebatên di vê çarçoveyê de gihiştin heta astekê, lê belê mudaxeleyek li dijî van xebatan pêk hat. Vê jî hişt ku cemidandinek pêk were. Lê bi pêşengtiya KJK’ê merheleyeke nû hatiye destpêkirin. Jinên Kurd ên her çar parçeyê Kurdistanê, nerîna wan a siyasî û xwesteka wan a siyasî her çi be jî, pêkanîna yekîtiya di navbera jinên Kurd de û neteweya Kurd de rojeva sereke ye. Hewceye hemû jinên Kurd xwedî lê derbikevin, piştgirî bidin xebata KJK’ê daye destpêkirin.”

 

Endama Komîteya Serokatî ya Giştî Zilar Stêrk di axaftina xwe de wekî din êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê nirxand. Stêrk bibîr xist ku hikumeta AKP’ê, taybet Erdogan ji serî ve ji bo fetisandina şoreşa Rojava her tişta ji dest hat, pêk anî. Herwiha bal kişand ser ku gelê Rojava û Bakûrê Sûrî dixwazin federasyona netewa demokratîk bipêş bixin, lê belê dewleta Tirk, heta dawiyê dixwazê vê asteng bike û wiha pêve çû:

 

‘Êrîşkirina Efrînê dagirkirina Bakurê Sûriyê ye’

 

 “Dewleta Tirk ji bo şoreşa Rojava teng bike û bifetisîne, ji bo destketiyên gelê Kurd li Rojava bidest xistine ji destê Kurdan bigre, xwest heman siyaseta li ser gelê Bakûr dimeşîne li Rojava jî bimeşîne. Lê hêza dewleta Tirk a vê asteng bike nîne û ji ber wê bihêrs bûye. Ji ber vê hêrsbûnê dev jê bernade, encaman ji xwe re jê dernaxe. Niha jî hemû hêzên xwe yên siyasî û dîplomatîk xistiye dewrê de.  Ji ber ku netew dewleteke hemû însiyatîfa xwe ya navnetewî bikar tîne. Ji xwe re maf dibîne ku li ser Rojava her tişta dixwaze pêk bîne. Weke ku hêza hegemon a herêmê ye, çi bixwazê wê ferz bike û divê herkes vê qebûl bike. Dengeyên siyasî yên navnetewî, dengeyên herêmê û berxwedaniya gelê Kurd, hêza QSD’ê, yekbûna hêzên li Bakûrê Surî û berxwedaniya wan a li hember DAİŞ’ê rê nade ku desthilatdariya AKP’ê pêk were. Ew jî dixwazê li kesî guhdar neke û dagir bike. Êrîşên li hember Efrînê dagirkirina Bakûrê Sûrî ye.

 

‘Divê ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê çek hildin’

 

 Faşîzma AKP’ê sînor nas nake. Li hember vê dagirkeriyê ne tenê hêzên parastinê yên leşkerî, divê gelê Efrînê jî bisekine û disekinê jî. Gelê Efrînê, ciwanên Efrînê divê li hember êrîşên dagirkeriya Tirkiyê çek rake û bi ruhê seferberî tevbigerê. Lê divê gelên li Bakûrê Sûrî jî bi tevgereke hevgirtî li hember vê dagirkeriyê derbikevin. Hewce bike di milê leşkerî de jî bersivê bide dewleta Tirkiye û bawer dikim ku wê li hember dagirkeriyê bisekinin. Dewleta Tirkiyê û hikumeta AKP’ê divê bizanibin ku Rojavayê Kurdistanê ne di nava sînorê dagirkeriya wan de ye. Tişta ku li Bakûrê Kurdistanê dike, nikare li Rojavayê Kurdistanê, li Bakûrê Sûrî bike. Ti kes vê ji faşîzma AKP’ê re qebûl nake. Ji bo wê li hemû gelê Kurd ê li çar parçê Kurdistanê û derveyî welat bangawaziya min ew e ku li hember dagirkeriya Tirkiyê, faşîzma AKP’ê dengê xwe bilind bike, li hember bisekine, xwe bitevger bike û di qada navnetewî de rayagiştî ji vê dagirkeriyê agahdar bike. Gelê Kurd ê li her derê cîhanê çawa di pêvajoya Kobanê de ruhê seferberiyê nîşan da, di vê pêvajoyê de jî ji bo Efrînê ruhê seferberiyê nîşan bide.”