YNK, Goran û Komele tevlî kombûna Barzanî nebûne

57

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li ser Banga Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, kombûna komîteya referandûmê ya li gel hinek aliyên Herêma Kurdistanê îro saet 11:00’an de destpê kir.

 

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê tevlî kombûnê nebûne. YNK’ê jî wek nûner tevlî kombûnê ne bûye. Lê Qubad Talebanî wek Cigirê Serokwezîr tevlî bûye û  Necmedîn Kerîm jî wek Waliyê Kerkûkê tevlî kombûnê bûye.

 

Hêjayî gotinêye ku hinek endamên rêveberiya YNK’ê berî niha ragihandibû ku her kesek tevlî kombûnê bibe, ew nûnertiya xwe dike ne ya YNK’ê.