Partiya Komûnîst: Em nizanin ku wê çend alî tevlî kombûna Barzanî bibin

55

 

 

 

DANA OMER/ ROJNEWS

 

Li ser banga Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî  biryare ku komîteya  referandûmê li gel Barzanî kom bibe. Lê heya niha ne diyare ku çend alî nûnerên xwe diyar kirine û wê bişînin kombûnê.

 

Têkildarî mijarê Nûnerê Partiya Komûnîsta Kurdistanê yê Komîteya Referandûmê Ebû Karwan ji ajansa me re ragihand ku heya niha ew nizane wê kî tevlî kombûnê bibe, lê tenê ew hatine agahdar kirin ku wê civîn pêkwere û got ku ewê piştî kombûnê agahiyan bide.

 

 

Di roja 7’ê Hezîranê de Mesûd Barzanî li gel nûnerên 15 aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kom bibû. Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û hinek aliyên din tevlî kombûnê ne bibû. Di kombûnê biryar hat dayîn di roja 25’ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê referandûm were lidarxistin.

 

Hêjayî gotinêye ku  Parlamenterê YNK’ê yê li Parlamentoya  Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd gotibû  ewê ku tevlî kombûna Barzanî bibe, tenê nûnertiya xwe  dike. yekgirtûya Îslamî ji ne amadeye ku derbarê kombûnê de ti daxuyaniyek bide.  Tevgera Goran û Komeleya Îslamî jî heya niha derbarê kombûnê de ti daxuyaniyek ne dane.