KNK’ê ji bo yekîtiya netewî bi rewşenbîr û çalakvanên Helebceyê re civiya

63

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

Şandeya KNK’ê ku ji Endamên Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, Sozan Heme û Zekeriya Hewramî pêk dihat îro, li Helebceyê di saet 10:30’an de bi çalakvan û rewşenbîrên Helebceyê re li Pirtûkxaneya Hejar Mûkriyanî civiya û civîn di saet 11:40’an de bi encam bû.

 

Di civînê de bi navê Şandeya KNK’ê Endamê Konseya Rêveber ya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî xebatên xwe yên yekîtiya netewî agahî da beşdarvanên civînê û diyar kir ku ew xwestine wek parêzgehên din yên Başûrê Kurdistanê, pêwîst dîtine ku bi heman awayî li gel çalakvan û rewşenbîrên parêzgeha Helebceyê jî bicivin û guh bidin fikirê wan û pêşniyarên wan yên ji bo yekîtiya netewî bigirin. Berwarî her wiha got ku bajarê Helebce bajareke sembolîk ya nasnameya netewî ya Kurd e û wiha pêde çû: “Kesayetên Helebce her timî di doza netewî de xwedî rolbûne û pewîste di komxebata netewî de jî rolê xwe bilîzin û her wisa pêşniyar û daxwazên xwe bînin ziman.”

 

 

Berwarî bi berdewamî behsa armanca xwe ya sereke ya ji vê komxebata netewî kir û got, ewê di komxebatê de behsa doza kîmyabaranê û enfalê bikin û ji bo weke jenosîd jî were qebûl kirin, xebat bidin meşandin.

 

Di civînê de Endama Konseya Rêveber ya KNK’ê Sozan Heme jî balkêşa ser beşdarbûna kêm ya jinan ji vê civînê re û diyar kir, nêrîn û fikrên jinên Helebce ji bo wan girînge û wiha pêde çû: “Nêrînên jinên Helebce ji bo me girînge. Lê, mixabin bi giştî li Başûr û bi taybet jî îro, tenê du jin di vê civînê de amadene.”

 

 

Biryare ku KNK di 15-16’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê komxebateke netewî lidarbixe û wê partî, rêxistin û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî komxebatê bibin. Tê hêvîkirin ku biryarên girîng yên ji bo gav avêtina berbi kongreya netewî ya Kurd ve di vê komxebatê de were avêtin û rewşa giştî Kurdistanê were destgirtin.