Konseya Hevbeş a YNK’ê û Tevgera Goran civiya

82

 

 

 

SIlÊMANÎ / HEWLÊR

 

Li Navenda Giştî ya YNK'ê ya li Silamaniyê, Konseya Hevbeş a Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran dest bi civînê kirin.

 

Şandeya Tevgera Goran ji endamên civata Niştîmanî ya Tevgera Goran, Mihmed Tufîq, Omer Seîd Elî, Osman Hacî û Îsmaîl Namiq.

 

Şandeya YNK'ê jî ji Hêro Îbrahîm Ehmed, Hakim Qadir, Îmad Ehmed û Şilaw Kosret Resûd pêk hatiye.

 

Li gorî agahiyên bi destketine wê di civînê de aktîfkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê û referandûmê nîqaş bikin.

 

Di 16'ê Gulana sala 2016'an de Tevgera Goran û YNK'ê lihevkirinekî siyasî bi serokatiya Newşîrwan Mistefa û Celal Talebanî îmze kirin. Piştî vê hevkirinê herdu partiyan ji bo bi hev re kar bikin konseyek hevbeş avakirin.