Jinên Kurd bi pêşengiya KJK’ê kom dibin

53

RÊZAN MIHEMED  / SILÊMANÎ

 

Nûnerên Jinên Kurd û rêxistinên jinên Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat wê sibe dibin pêşengiya Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) de li bajarê Silêmaniyê bicivin.

 

Li gorî agahiyên komîteya amadekar ya civînê daye me, civîn wê sibe di saet 10:00’an de li Otela Şarê Ciwan ya bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê pêk were. Tê gotin ku wê di derdora 70-80’ê kesên ku nûnerên rêxistinên jinên Kurd û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd de beşdarî civînê bibin.

 

Komîteya amedekar ya civînê ragihand ku ev du mehe KJK ji bo pêkanîna ev civîna netewî ya jinên Kurd dixebite û di vê çarçoveyê de bi hemû nûnerên rêxistinên jinên Kurd û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd re hevdîtin kiriye. Komîteyê diyar kir ku nûnerên hemû rêxistinên jinên Kurd û jinên di nava partiyên siyasî yên Kurd de cih digirin, vexwandine vê civînê.

 

Komîteya amadekar têkildarî mijarên ku di civînê de werin destgirtin jî axivî û diyar kir ku wê di civînê pirsgirêkên ku jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jiyan dikin werin guftûgokirin û rêyên wê yên çareseriyê werin destgirtin. Her wisa yek ji rojeveke din a girîng ku jinên Kurd di vê civîna berfireh de bigirin dest jî girîngiya yekîtiya netewî ji bo jinên Kurd e. Beşa dawî ya civînê jî wê bi plansaziyê û avakirina komîteyeke hevbeş ya jinên Kurd ku amadekarî ji bo 3. Konferansa jinên Kurd bike, bi encam bibe.

 

Endama Konseya Rêveber a Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) û endama komîteya amadekar ya civîna netewî ya jinên Kurd Besê Erzîncan jî têkildarî bernameya civîna jinên Kurd ku biryare sibe lidarkeve ji ajansa me RojNews’ê re axivî û got: “Wê jinên ji çar parçeyên Kurdistanê sibe di civînê de li ser diyarkirina komîteyeke amadekar ya ji bo 3. Konferansa netewî ya Jinên Kurd kom bibin.”

 

 

Erzîncan her wisa balkêşa ser rewşa xirab ya jinên Kurd ku niha rû be rûyê wêne û got: “Niha rewşa jinan li hemû parçeyên Kurdistanê baş nîne. Jin tên kuştin, êşkencekirin û eş dikişînin. Ji ber vê jî lidarxistina civînên wisa û konferansan ji bo li dijî şîdetê hevgirtî sekinîn, girîng e.”

 

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ku wê sibe beşdarî civînê bibe ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê hatine nûnerên jin yên Rojava ya ji bo Başûr astengkirine û got: “Nûnerên rêxistinên jinên Rojavayê Kurdistanê 10 kes hatibûn diyarkirin lê, ji ber PDK hatina 4 kesan asteng kir ewê bi 6 kesan beşdarî civîna sibe bibin.”

 

 

Têgotin ku wê civîn rojekî biajo û di dawiya civînê de jî encamnameyeke hevpar ya civînê were bi daxuyaniyeke çapemeniyê were ragihandin.

 

Hêjayî gotinêye ku heya niha 2. Konferansên netewî yên jinên Kurd li darketine. Konferansa yekemîn ya jinên Kurd di sala 2010’an de li Amadê pêkhat. Konferansa  duyemîn jî di sala 2013’an de li Hewlerê lidarket. Niha jî amadekarî hene ku 3. Konferansa jinên Kurd were lidarxistin.