Brett McGurk: Qonaxa dawî ya kontrolkirina Mûsilê nêzik bûye

77

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trûmp yê li dijî terorê  Brett McGurk îro li Bexda civîna çapemeniyê li darxist. Brett McGurk diyar kir ku qonaxa dawî ya kontrolkirina Mûsilê nêzîk bûye û got ku 250 metre maye tevahiya Mûsilê were kontrol kirin.

 

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trûmp ê li dijî terorê  Brett McGurk têkildarî referandûma Herêma Kurdistanê jî wiha destnîşan kir; "Me nerazîbûna xwe nişan daye. Em dixwazin di navbera Bexda û Hewlêrê de guftûgo hebe. Em bi ji holê rakirina DAIŞ'ê ve mijolin."

 

Brett McGurk destnîşan kir ku wê hewl bidin ku hemû koçber vegerin li ser warê wan.

 

Li gorî çapemeniya Başûrê Kurdistanê wê Brett McGurk vê êvarê serdana Hewlêrê bike û bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî re bicive.