Civîna Konseya Hevbeş a YNK’ê û Tevgera Goran bi dawî bû

99

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Silêmaniyê îro Konseya Hevbeş a Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran li hev civiyan. Piştî civînê Konseya Hevbeş a Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran daxuyaniyek nivîskî da.

 

Di daxuyaniyê de ev hersê xal tên destnîşan kirin; "Yekem; yekrêziya niştîmanî pêk were, li ser mijarên niştîmanî yên çarenûsaz ên xelkê Kurdistanê. Duyem; piştî asayîkirina parlamentoyê referandûm pêk were ji bo serxwbûnê, Herêma Kurdistanê û herêmên hatine  veqetandin.  Sêyem;  avakirina hevpeymana komên YNK'ê û Tevgera Goran yên li Parlamentoya Iraq û Herêma Kurdistanê û  encûmena parêzgehan."