Îranê hêzên xwe yên deryayî xist tevgerê

97

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandarê Hêzên Deryayî  yê Îranê Hebîbulah Siyarî têkildarî tevger kirina hêzên deryayî yên Îranê di daxuyaniyek çapemeniyê de hinek agahî belav kir.

 

Hebîbulah Siyarî di daxuyaniyê de wiha got: “Pêkanîna ewlekariya hinek herêmên wek Bab Mendeb û Kendava Eden gelek girîng û hestyare. Sedema wê jî ewe ku piraniya geştiyên bazgirganî û petrolê yên Îranê di wan her du deriyan re derbas dibe.”

 

 Hêzên deryayî ya Îranê ku beşek ji sîstema parastina Îranêye, li deryaya Uman, Oqyanusa Hindê û kendava Erebî hene. Li wan herêman xetek parastinê ji bo Îranê çêkirine ku bi rêya wê xetê ewlekariya rêya deryayî ya  Îranê pêktîne.