Hikûmet li ser dosyaya DaneGasê bersîva parlamenteran nade

79

 

DANA OMER/ ROJNEWS

 

Şirketa DaneGas’ê di doza li dadgeha Londonê  ku li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekirîbû de 3 milyar dolar bi destxist.  Niha li heman dadgehê dozek din vekiriye û daxwaza 26 milyar dolar  jî hikûmeta herêmê dike. Li aliyê din di destpêka meha Hezîranê de, Hikûmeta Herêma Kudistanê peymanek 20 salî li gel şirketa RusNeftê îmze  kir. Li ser vê yekê Parlamenterên Herêma Kurdistanê di derbarê van herdu peymanan de jî bi fikarin.

 

Roja 7’ê Hezîranê hinek parlamenterên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek  ya çapemeniyê de fikar û gumanên xwe yên derbarê peymana Dane Gas û hikûmeta herêmê de eşkere kiribûn û gumanên xwe bi awayê daxwazname pêşkêşî hikûmeta herêmê kiribû.

 

Têkildarî mijarê Parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistanê  Omer Înayet ji ajansa me re axivî û got: “Me ji bo Dane Gasê raporek amade kir û pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Me ragihand ku nabe berdewamî çavkaniyên gelê Kurdistanê bide Dane Gasê. Me pirs kir, gelo we şaşî kiriye yan jî Dane Gas li pişt we pereyê gelê Kurdistanê dibe û berdêla wê jî gel dide?.”

 

 

Omer Înayet ev jî got: “Heta niha 125 milyon dînar dane  Dane Gasê. Lê DaneGas dibêje min zêdetir wergirtiye. Ji ber wê me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku  kopiyek ya  belgeyên peymanê bide me jî. Gumana me ya ku li ser peymanê heye, em dixwazin bizanin ku  di wê peymanê de kes di nav Hikûmetê de heye ku sud werbigre, yan  ne bi zanabûn ew kar kirine. Em li bendêne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarê bersîvekê bide me.”

 

Li ser pirsa gelo wê hikûmet kengê bersîva we bide jî Omer Înayet wiha got: “Me pirsyarên xwe pêşkêş kirine. Em nizanin wê kengê bersîvê bide me. Ger hikûmetek parlamento rawestandibe, dikare bersîva me jî nede.”

 

Omer Înayet axaftina xwe wiha bi dawî kir: “DaneGasê ji ber van sedeman doz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekiriye. Yekem, rê nedaye ku xebatên xwe li bîrên Kormor û Çemçemalê berfirehtir bikin. Duyem, du madeyên Kondînseyt û LPG heye,  pêş hilberandinê bi nirxek ne li gorî bazarê firoştiye Hikûmeta Herêmê. Bi salane ferqa nirx kiriye lîsteyek û ji hikûmeta herêmê jî daxwaza wî pereyî dike. Ya sêyem jî dibêje, ger ew pere li gel wan bûya wê qezenc bikiran. Ango ger bîra Kormor berfirehtir bikira, yanî daxwaza qezencek zêde dike.”

 

Her wiha gumana hinek parlamenterên Herêma Kurdistanê li ser peymana di navbera RusNeftê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de  jî  heyne. Parlamenter dibêjin ku ew peyman ne şefafe û nayê zanîn ku hikûmeta herêmê çiqas petrol daye RusNeftê û destpêkê çiqas pere wergirtiye.

 

Têkildarî mijarê Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih  wiha got: “Peyman ne şefafe, ji ber ku heta niha li ser ew nirxê ku hatî diyar kirin axaftin ne hatiye kirin. Agahî di destê me de heye ku heya dawiya sale ji bo her varêlekê 33 dolar hatiye diyar kirin. Lê Hikûmetê ev bi awayek fermî piştrast ne kiriye.”

 

 

Elî Heme Salih axaftina xwe wiha berdewamkir: “Heta niha bîrên ku RusNeft li ser kar bike nehatine diyar kirin. Ji ber ku ew peyman nehatiye parlamentoyê, em nikarin pê bawer bin yan bawerî bidînê. Ew pereyê ku pewîst bû destpêkê werbigre, hîna ne diyare ku 3 milyar dolar wergirtiye yan na.”

 

Têkildar gotina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya pêwîstiya peymanê bi parlamentoyê nîne û di desthilatdariya lijneya bilind ya petrol û gaze de hatiye îmze kirin jî Elî Heme wiha got: “Li gorî biryara hejmar 1 ya 2005’an divê her peymanek bingehek xwe ya giring hebe û pêwîste di destûra parlamentoyê de pêkwere. Parlamento saziyekî çavdêriyêye, ev mijar têkiliya xwe bi  gel ve heye. Divê belge bixin pêşiya parlamentoyê ku çavdêrî bike.”

 

Li aliyê din girêdayî peymana 20 salî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şirketa RusNeftê de Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Omêd Heme Elî di 21’ê Hezîranê de li Ofîsa Parlamentoyê ya li Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê lidarxistibû.  Omêd  Heme Elî di daxuyaniya çapemeniyê de ragihandibû ku  ew çûne Rusyayê û wan nameyekî dane şirketa RusNeftê û wan ji şirketê daxwaza wergirtina agahiyên derbarê peymana di navbera wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirine û got: “Wan ji me re gotine ku ji ber berjewendiyên  her du aliyan û berjewendiyên şirketa wan nikarin agahiyan bidin. Her wiha gotin ku ewa li gel wan heye li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heye.”

 

 

Omêd Heme Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Medyaya Rus li ser ziman şirketa RusNeftê belav kir ku ew peymana ku wan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, peymanek mezine û bi giştî di berjewendiyê şirketa wan deye.”

 

Şirketa RusNeftê, şirketek hevbeş ya Rusiye ku Hikûmeta Rusya  xwediyê nîvê şirketê ye. Di destpêka meha Hezîranê de  bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê û Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Jêderên Xwezayî û serokê Şirketa RusNeftê, li Rusyayê peymanek 20  salî  hatibû îmze kirin.

 

DaneGas jî şirketek petrolê ye ku di sala 2005’an de ji aliyê 300 karsazên cîhanê û bi tevlîbûna  5 şirketên mezin yên petrolê hatiye damezrandin. Navenda wê ya sereke li Dubaî ye. Li gelek welatan navendên wê hene û petrolê di hilberîne. Ev şirket ji  sala 2007’an ve li Herêma Kurdistanê, li bîrên navçeya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê kar dike.