Îlham Ehmed: Eger êrîşî Efrînê were kirin, wê her tişt têk biçe

68

 

 

 

BERHEM LETÎF / ROJNEWS

 

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk  nûçeyên dagirkirina dewleta Tirk li ser kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê  taybet ji ajansa me re nirxand û got ku Tirkiye di xwaze Efrînê ji Sûriyê qut bike û bi xwe ve bide qut kirin.

 

Îlham Ehmed diyar kir ku ew êrîşên li ser Efrînê tê kirin, beşek ji komploya li ser gelê Kurd tê kirine û wiha axivî: “Li Sûriye projeya Sûriyeya federal pêş dikeve,  Bakûrê Sûriyê di encama vê projeyê de hatiye avakirin. Dewleta Tirk li kuderê be hebûna Kurdan dike hedef.  Li herêmê çi sîstemek demokratîk hebe û pêşbikeve, wê li pêşiyê bibin asteng.”

 

Her wiha Îlham Ehmed got: “Efrîn îro rolekê pir giring di lîze, bi taybet di Bakûrê Helebê de ku li wir şêwazek xwerêveberî û xweparastinê pêşketiye. Her wiha ev ji bo parastina  Sûriyê bûye garantiyek. Dewleta Tirk dixwaze vê têk bibe û di navbera Ezaz û Îdlibê de rêyekê veke. Armanca wê ewe ku vê herêmê  ji Sûriyê qut bike û bi xwe ve bide girêdan.”

 

Îlham Ehmed li ser êrîşa  Efrînê Rusya şiyar kir û wiha domand:  “Em dizanin eger Rusya soz nedabe dewleta Tirk, ew nikarin bi hêsanî êrîşî Efrînê bikin.  Ji ber vê pir giringe ku me bi awayek eşkere û vekirî peyama xwe gihandiye  Rusyayê. Heya niha me li gel wan di bin navê hevpeymaniya li dijî terorê de xebat meşandiye. Lê belê eger bi hêsanî radestî Tirkiyê were kirin, wê demê wê her tiştek têk biçe.”

 

Li ser pirsa gelo we nameyek ji bo Rusya û Amerîka li ser nûçeyên dagirkirina dewleta Tirk li ser Efrînê şandiye an ne jî  Îlham Ehmed ev bersîv da: “Bi awayek giştî danûstandinên me li gel Amerîka û Rusya heye. Madem em li vir karekê hevbeş li dijî terorê rêvedibin, wê demê pêwiste ew cihên ji destê terorê hatine rizgar kirin bi hevbeşî were parastin. Lê carek din em vê piştrast dikin ku xweparastin erkê serekî yê gelê meye.”

 

Îlham Ehmed balkişande ser  helwestên dewletên desthilatdar bi taybet Rusya li ser dagirkeriya Dewleta Tirk û wiha pêdeçû: “Di daxuyaniya çend rojên derbasbûyî de bersiva peyama me têde hebû ku gotibûn ku em rênadin ti kesek êrîş bike li ser herêmên ji destê DAIŞ hatine azadkirin.”

 

Ehmed dirêjî da gotinên xwe û got: “Dewleta Tirk û komên çeteyên hevpeymanên wê, niha  amedekariyên êrîşa li ser Efrînê dikin. Dewleta Tirk gelek caran êrîşî  Rojavayê Kurdistanê kiriye. Li herêma Ezaz û Mare bi cih bûye û ji sînorê Tirkiyê  ve jî êrîşên mezin biriye  ser Efrînê. Hem ji herêma Şehbayê ya ku dagirkiriye û hem jî ji Tirkiyê ve êrîşî Efrînê dike.”

 

Di dawî de Hevseroka Meclisa Sriye ya Demokratîk Îlham Ehmed  îşaret bi helwesta gel û  meşa dîrokî ya Efrînê kir û ev gotin kir:  “Ew meşa li Efrînê ku bi hezaran kes tevlî bûyî, li dijî dagirkeriyê helwestek pir başbû.   Gelê Kurd û hemû pêkhateyên din li Efrînê jiyan dikin,  helwestek  pir baş li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dan nîşandan. Ev pir giring bû ku bi meşekê helwesta xwe li dijî dagirkeran dan diyarkirin.”