KNK li gel rewşenbîrên Silêmanî kombû

65

 

 

 

 

BOTAN GERMIYANÎ/ ROJNEWS

 

Îro şanda bilind ya Kongreya Netewiya Kurdistanê KNK’ê  bi armanca  pêkanîna konferansa şêwira netewî, li Pirtûkxaneya Giştî ya bajarê Silêmanî li gel rewşenbîr û çalakvanên Silêmaniyê kombûn.

 

Têkildarî mijarê Seroka Rêxistina WID Aştî Ebdullah ku di kombûnê de amadebû wiha ji ajansa me re axivî: “Niha ji hemû deman pêwîst tire ku pirsgirêk û nakokiyên xwe di kongreya netewî de çareser bikin. Bi taybet niha ku li Başûrê Kurdistanê mijara referandûmê  di rojevê deye. Pêwîstiya vê mijarê bi piştgiriya parçeyên din yên Kurdistanê heye û ji bo wê jî pêwîste kongreya netewî lidarbixin.”

 

 

Her wiha Aştî Ebdulah got: “Pêwîste hevalên KNK’ê li pey vê, gavek din bavêjin û lez bidin lidarxistina kongreya netewî. Eger bixwazin hemû rêveberên Kurdan ji bo kongreyê razî bikin, serkeftî nabin. Ji ber ku her partiyek daxwazek xwe heye. Ji ber wê divê bendewar nebin ku hemû alî wê tevlî bibin. pêwîste ew aliyên ku di xema netewa xwe dene tevlî bibin.”

 

 Di dawî de Aştî Ebdullah diyar kir ku rewşenbîr û çalakvan dikarin di kongreya netewî de rol bilîzin û ev gotin kir: “Çalakvan, rewşenbîr û hemû kesên di xema netewa xwe dene, dikarin rol bi lîzin û wê keda wan di yekîtiya netewî de diyar be.”