Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Zagros Pencwîn ber bi Başûr ve hat oxirkirin

109

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Bi sedan şervanên YPJ/YPG′ê cenazeyê Fermandarê YBŞ′ê Ewsam Ebdûl (Zagros Pencwîn) ku li Şengalê şehîd bibû, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û li deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê ber bi Başûrê Kurdistanê ve, oxir kirin.

 

Di merasîma oxirkirinê de bi sedan şervanên YPG/YPJ′ê, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê û hevalên şehîd Zagros amade bûn.

 

Merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Zana Dêrik axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: ″Bila hêzên dagirker bizanibin ku îradeya şervanên YPG/YPJ′ê tu carî nayê şikandin û tu kes nikare axa Kurdistanê dagir bike.″

 

Zana Dêrik di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê bi ruhê berxwedanê li gel birayên xwe yên Ereb û Kurd li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê û zilmê yên ku dixwazin axa Rojava dagir bikin, şer bikin û soza şopandina rêya şehîdan da.

 

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî nasnameya şehadeta Şehîd Zagros radestî malbata wî kir. Piştre Bavê şehîd Zagros got ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e, sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û wiha got: ″Heta hêza ku em ji şehîdên werdigirin hebe, tu kes nikare axa Kurdistanê dagir bike. Dirûşmeya me jî, yan Kurdistan, an neman e.″

 

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat oxirkirin. Wê cenazeyê şehîd li bajarê Silêmaniyê were definkirin.